Girtiyê nexweş Çerçel bi kêfî nayê berdan
Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel bi sedemên kêfî nayê berdan. Berdana Çerçel herî dawî meha Adarê ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin.
Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel bi sedemên kêfî nayê berdan. Berdana Çerçel herî dawî meha Adarê ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin.
Berdana girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel ku hîn jî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin, li gel îtirazan jî tê taloqkirin.
Çerçel ku 17'ê Adara 1993'an li navçeya Farqînê ya Amedê bi birîndarî hate binçavkirin û piştî emeliyatê derxistin pêşberî dadgehê, bi îdîaya 'xerakirina yekîtî û hevgirtina dewletê' cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn.
Çerçel ku salên dûr û dirêj li girtîgehên li Amed û Bartinê hate ragirtin, demekê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî ya Bakirkoyê hatibû bicihkirin. Doktoran tespîta 'şîzofrenî' li Çerçel kiribûn û sala 2000'î înfaza wî hatibû taloqkirin. Lê belê ev taloqkirin piştî du salan hate rakirin û Çerçel ji nû ve hate girtin.