Serokkomarê Iraqê qanûna 'Helebece'yê îmze kir
Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd qanûna ku Helebceyê dike wîlayeta 19'emîn îmze kir.
Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd qanûna ku Helebceyê dike wîlayeta 19'emîn îmze kir.
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir. Wê piştre yasa ji bo Wezareta Dadê bê şandin û piştre jî di rojnameya fermî de bê ragihandin.
Ofîsa Serokkomartiya Iraqê ragihand ku îro Serokkomar Letîf Reşîd yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir.
Hat gotin piştre wê yasa ji bo Wezareta Dadê bê şandin û piştre jî di rojnameya fermî de bê belavkirin. Piştê wê jî wê Helebce bi fermî wek parêzgeha 19’emîn a Iraqê bê ragihandin.
Roja 14’ê Nîsanê Parlementoya Iraqê deng li ser proje yasaya parêzgehbûna Helebceyê da û erê kir.