Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Rêber Apo li Îmraliyê tecrîdkirî ye.