Li gelek bajaran banga 1’ê Gulanê hat kirin
Beriya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran di çalakiyên li Îzmîr, Amed, Mêrsîn û Edeneyê de banga daketina qadan hat kirin.
Beriya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran di çalakiyên li Îzmîr, Amed, Mêrsîn û Edeneyê de banga daketina qadan hat kirin.
Li Îzmîrê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê li Konakê daxuyanî da û bang kir ku di 1’ê Gulanê de li Qada Gundogduyê bicivin.
Sekretera Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiran bal kişand ser gendelî û bandorên rejîma yek zilam û wiha got: “Ji bo pergalekî wekhev û adil dive birêxistin bibin.”
Li Amedê beriya mitînga ku di Qada Îstasyonê de bê lidarxistin, li pêşiya AZC Plazayê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevseroka DEM Partî ya Amedê Gulşen Ozer bang li her kesî bi taybet jin û ciwanan kir ku tevlî 1’ê Gulanê bibin. Endama Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Beycan Taşkiran kesên di Taksîmê de hatin binçavkirin bi bîr xist û wiha got: “Em ji Amedê îradeta Taksîmê silav dikin.”
Li Mêrsînê di civîna bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya DEM Partî û TJA’yê de hate destnîşankirin ku jin wê li dijî newekheviya zayendî û mîlîtarîzmê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Her wiha bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bal kişandin ser rola pêşeng a jinan di avakirina civaka demokratîk de. Mitîng wê li kêleka Stadyuma Tevfîk Sirri Gur were lidarxistin.
Li Edeneyê jî ji bo beşdarbûna pîrozbahiyên li Qada Îstasyonê li bazarên taxê û zeviyan danezanên 1’ê Gulanê hatin belavkirin. Li navçeyên Ceyhan, Yuregir û Seyhan bang li gel hat kirin ku tevlî mitîngê bibin.