Li Amedê piştî karê şeş mehan ê saziyên demokratîk ên ji bo têkoşîna li dijî narkotîkê, platforma 'Pê bihese! Platforma Têkoşîna li dijî Narkotîkê' ava bû.
Hevberdevkê Platforma Têkoşîna li dijî Narkotîkê Mûrat Kan têkildarî armanc û karên platformê ji ANF'ê re axivî û got, "Bêguman pêwîstiyên civakî ji aliyê avaniyên saziyî ve têne diyarkirin. Platforma Têkoşîna li dijî Narkotîkê ji ber pêwîstiyeke civakî ava bû. Em di demekê de ku bikaranîna madeyên narkotîkê zêde bûye. Bêguman sedemên civakî û polîtîk ên vê yekê hene. Ya ku vê mijarê diyar dike, asta heyî ya sîstemê ye. Sîsteam serwer sîstemeke welê ye ku beriya her tiştî hewl dide di nava civakê de xwe bi rêxistin bike. Ji bo karibe vê bike jî civakeke dûrî polîtîka, rastiya civakî, ji nirxên xwe qutbûyî û civakek ne ya xwe, ava dike. Ji bo avakirina vê jî hin argumanan bi kar tîne."
Kan diyar kir ku girêdan û bikaranîna narkotîkê û madeyê beşek ji polîtîkayên şerê taybet e û got, "Ji ber vê rastiyê me pêwîstî pê dît ku platformeke bi vî rengî ava bikin. Di rewşa heyî de girêdan û bikaranîna bi narkotîkê civakê gelekî aciz dike. Sedema hilweşîna exlaqî û dûrketina ji nirxên xwe ya civakê, polîtîkayên şerê taybet e. Ji ber vê rastiyê, ji bo karibe têkildarî van pirsgirêkan biaxive me pêwîstî bi avakirina platformeke bi vî rengî dît."
ARMANC EW E KU CIVAKÊ HIŞYAR Û ZANE BIKIN
Mûrat Kan anî ziman ku rêjeya bikaranîna madeyên narkotîkê her roj zêde dibe û got, "Armanca me ya bingehîn ew e ku di mijara bikaranîna madeyên narkotîkê de civakê hişyar û zane bikin. Em ê ji bo vê bixebitin. Me rêyek ji bo xwe diyar kir. Destpêkê em ê karekî ji bo salekê bikin. Di nava vê demê de em dixwazin civakê bi mijarê bihesînin. Em zanin ku tenê bi hevdîtina bi malbatên bi vê pirsgirêkê re rû bi rû ne dikarin vê baldariyê pêk bînin. Ji ber vê jî em dixwazin bi nêrîneke hevpar, weke platform tevbigerin."