Ji rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan banga 'mafê hêviyê'
Rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan xwestin rejîma înfazê bê guhertin û 'mafê hêviyê' bê naskirin. Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku mafê hêviyê teqez divê bi cih bê anîn.
Rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan xwestin rejîma înfazê bê guhertin û 'mafê hêviyê' bê naskirin. Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku mafê hêviyê teqez divê bi cih bê anîn.
Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin ku rejîma înfazê ku 'mayina li girtîgehê ya heta mirinê' ferz dike, bê guhertin û 'mafê hêviyê' bi cih bê anîn.
Daxuyaniya li ser mijarê li avahiya Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV) ya li Beyoglû ya Stenbolê hate dayin.
Li gel zêdeyî 30 rêxistinên civakî yên sivîl her wiha gelek baroyan jî mohra xwe danîn binê daxuyaniyê. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn bi bîr xist ku piştî Rêber Apo sala 1999'an dîl hate girtin li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hate rakirin.
Eren Keskîn got, "Mafê hêviyê ne diyariyeke ku ji girtiyan re hatiye dayin, mecrûbiyeteke. Tirkiyeyê mohra xwe daniye binê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û neçar e li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tevbigere. Ev yek wezîfeya Tirkiyeyê ye."
Ji Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Serkan Kiliç jî anî ziman ku divê li Tirkiyeyê rejîma înfazê bê guhertin.
Kiliç diyar kir ku eger guhertinên qanûnî yên pêwîst neyên kirin wê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bidin.
Hevseroka TOHAV'ê Destîna Yildiz anî ziman ku DMME'yê weke mafekî bingehîn qebûl kiriye ku kesên cezayê heta bi hetayê li wan hatiye birîn piştî demekê cezayê wan di ber çavan re bê derbaskirin û pêşî li berdana wan a bi şert bê vekirin.
Destîna Yildiz destnîşan kir ku naskirina 'Mafê Hêviyê' pêwîstî ye û ev bang kir, "Divê kesek ji mafê hêviyê û şensê jinûve tevlîbûna li nava jiyanê bêpar neyê hiştin. Tirkiye li ser rêya dewleta hiqûqê û demokrasiyê divê mafê hêviyê nas bike û ji bo rakirina rejîma înfazê ya girtîhiştina heta bi hetayê guhertinan bike. Kontrolkirina vê xisûsê di serî de parlament, berpirsyariya partiyên siyasî, komele û civaka sivîl e. Em bang li her beşên civakê dikin ku li se bingeha rûmeta mirovahiyê û edaletê ji bo rakirina rejîma înfazê ya heta bi hetayê û naskirina mafê hêviyê bibin dengê hevpar."
SAZIYÊN METN ÎMZE KIRIN
Baroyên metna daxuyaniyê îmze kirin ev in: Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Weqfa Aştiyê, Kolektîfa Lêkolînan a DEMOS’ê, Komeleya Şopandinê ya ji bo Mafên Wekheviyê, Komeleya Şopandina Koçberiyê, Înîsiyatîfa Maf, Heqîqet, Înîsiyatîfa Edaletê, Komeleya Çand Huner Wêjeyê ya Jinan, Komeleya Dema Jinê ye, Komelaya Dadsazê, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Med Tuhad Fed, Koma Parêzerên Demokratên Azadîxwaz, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Jinan a Starê, Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî, Tevgera Jinên Azad, Forma Çandê ya Almanyayê ya Tirkiyeyê, Komeleya Jiyan, Hafize Azadiyê, Yekitiya Bijîşkên Tirk, Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê.