ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtî Oztekîn hate sirgûnkirin
Necat Oztekîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê dîlgirtin, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Sûlûca hate kirin. -
Ferhat Onkol ê hat sirgûnkirin xistin hucreyê
Girtiyê bi navê Ferhat Onkol ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê sirgûnî Girtîgeha Eregliyê ya Konya hat kirin, xistin hucreyê. -
15 gardiyanan êrîş birin ser girtiyê ku helalî ji malbata xwe xwest
Girtiyê bi navê Abdulkadîr Bozkurt ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê girtî ye, hefteya borî di hevdîtina bi telefonê de helalî ji malbata xwe xwest. Birayê wî Serdar Bozkurt diyar kir ku vê hefteyê 15 gardiyanan êrîşî birayê wî kirine. -
Parêzer Devedjian: Erdogan berdewama çanda dagirkerî û nefretê ye
Parêzer François Devedjian anî ziman ku Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan berdewama çanda dagirkerî û nefretê ye û got: ‘’Dixwazin ku sûcên li dijî gelên Ermen û Kurd hatine kirin, rewa bikin.’’ -
Qanûn û dadgehên ku Bahçelî dixwaze
Qanûna Xiyanet-î Vataniye û Dadgehên Serbixwe ya ku Serokê MHP’ê yê giştî Devlet Bahçelî ji bo siyasetmedarên Kurd dixwaze, weke amûrên terorê yên dewleta etnîkî ya Tirk kar kirin. -
ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
Di nobeta li dijî desteserkirinê de qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
Çalakiya nobedê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ku ji 3’ê Hezîranê ve tê lidarxistin, dewam dike. Di çalakiyê de êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî rojnamevanan hat protestokirin. -
Bertekên li hemberî qetilkirina rojnamevanan zêde dibin
PEN’a Kurd, Navenda Nexîl û Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bertekên tund nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan û peyama, "Çapemeniya azad wê raneweste. Em ê li hemberî dagirker û hevkarên wan bêdeng nemînin" dan. -
Bayindir: Serkeftin wê ya gelê Kurd be
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî 2 rojnamevanan kir û qetil kir. Bayindir got, "Tu hêza hikûmetê nemaye. Serkeftin wê ya gelê Kurd be." -
‘Êrîşa li dijî rojnamevanan êrîşeke tirsonek e’
Koalîsyona Rojnamevanên Jin û Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan şermezar kirin û gotin, “Li hemberî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nemînin.” -
YPC'ê li Antalyayê kargehek şewitand
Yekîneyên Xweparastina Cewherî ragihand ku li Antalyayê kargeheke kaxezê ya aîdî faşîstan bi temamî şewitandin. -
Rapora ÎHD’ê ya sala 2023’an: Li Îmraliyê hiqûq tê binpêkirin
ÎHD di Rpoara Binpêkirinên Mafan a Sala 2023’yan de destnîşan kir ku bi tecrîda Îmraliyê re hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî tê binpêkirin. -
Girtiyê 30 salan hate berdan: Têkoşîn dewam dike
Girtiyê 30 salan Şukru Akbaş ê hate berdan, peyama “Rewşa welêt li holê ye. Têkoşîn dewam dike” da. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Di operasyona qirkirina siyasî ya polîsên Tirk de hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. -
'Ez ji nêza bimirim jî ez ê paşve gavê navêjim!'
Hakan Kireman ê ku di Depoya CarrefourSa ya Esenyurtê dixebitî û ji ber ku daxwaza zemê kiribû ji kar hate derxistin, anî ziman ku ji bo ew dest bi berxwedanê neke şîrketa taşeron pere pêşkêşî wî kir û got, "Ez ji nêza bimirim jî ez ê paşve gavê navêjim.” -
ROJEVA 23'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Balikesîrê 3 karkerên înşeatê ji ber guhdarîkirina strana Kurdî hatin binçavkirin
Li navçeya Altieylul a Balikesîrê 3 karkerên înşeatê ji ber ku li parkê guhdariya muzîka Kurdî kirine, bi hinceta ‘’propagandaya rêxistinê’’ û ‘’berhingariya li dijî polîsan’’ hatin binçavkirin. -
Berxwedana Emîne Şenyaşar a li ber Meclîsê di roja 3’yan de ye
Emîne Şenyaşar tevî astengiyan jî çalakiya ya li ber Meclîsê berdewam kir. -
Ji Îzmîrê bang: Li dijî tecrîd û şer dakevin qadan!
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê li dijî şer, dagirkerî û polîtîkayên tecrîdê bang kir ku dakevin qadên 1'ê Îlonê. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin. -
ROJEVA 22'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
Navnîşana “mezopotamyaajansi38.com” ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin. -
Dayika Aşitiyê Mûhsîne Çîftçî jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Mûhsîne Çîftçî jiyana xwe ji dest da ku Çîftçî bi salan ji bo çareseriya aştiyane ya Pirsa Kurd li ber xwe da. -
DEM Partî bertek nîşanî ‘baregen dagirkeriyê’ da
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a bal kişand ser polîtîkayên dagirkeriyê û got, “Li Rojhilata Navîn bi zêdetir baregehên leşkerî pirsgirêk nayên çareserkirin.”