Bertekên li hemberî qetilkirina rojnamevanan zêde dibin

PEN’a Kurd, Navenda Nexîl û Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bertekên tund nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan û peyama, "Çapemeniya azad wê raneweste. Em ê li hemberî dagirker û hevkarên wan bêdeng nemînin" dan.

Komîteya Rêveber a Navendî ya PEN’a Kurd têkildarî êrîşa li dijî kedkarên çapemeniya azad daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk de, li bajarokê Seyidsadiq a ser bi Parêzgeha Silêmaniyê a Başûrê Kurdistanê de, sê rojnamevanên Productiona Chatrê di dema cîbicîh kirina erkê xwe yê rojnamevaniyê de hatine armanc kirin û bûne qurbanî. Di encama êrîşê de Gulistan Tara a (40 salî) û Hêro Bahadîn a (27 salî) jiyana xwe ji dest dane û rojnamevanê bi navê Rêbîn Bekir ê (30 salî) bi dijwarî birîndar bûye. Em weke Navenda PEN’a Kurd van kiryaran bi tundî şermezar dikin û hevxemiyê bi hevalên xwe Productiona Chatrê re radigehînîn. Herwiha ji hevrê û hevpîşeyên xwe li seranserê cîhanê dixwazin li hember vê zilm û zordariyan bibine dengê aştî û azadiyê.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji dema dewleta Tirk axa Kurdistanê dagir kiriye, bi sedan gundên Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê wêran bûne û gel bi darê zorê koçber bûne.

’TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ DIJMIN Û HEVKARAûÊN WAN WÊ BIDOME'

Têkildarî êrîşa ku tê de 2 rojnamegerên Kurd şehîd bibûn, Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

"Dewleta Tirk a faşîst û dagirker, tevî hewldanên dagirkirina Kurdistanê, êrişên li ser xweza û daristanan, şewitandina zevî û baxçeyên welatiyan, bi darê zorê valakirina bi sedan gundan, dagirkirina herêmeke berfireh a Başûrê Kurdistanê, anîna hêzeke zêde ya artêşa xwe ya dagirker bo dagirkirina Behdînanê, bikaranîna çekên qedexekirî, kîmyayî û nukleer taktîk didomîne.

Em dibînin ku roj bi roj êrişên xwe yên dagirkerî û qirkirinê li ser gelê me zêde dike. Lê belê parêzvanên xaka Kurdistanê û welatiyan ankû Gerîlayên Azadiyê her roj derbeyên kujer li faşîzm û dagirkeran dixin. Ji ber vê yekê ev dewlet ji hemû nirx û prensîbên mirovî û exlaqî dûre ku zererên ku di qadên berxwedanê de dibîne veşêre. Her wiha hemû hewlên xwe dide ji bo xapandina raya giştî li ser asta derve û navxweyî li ser herêmên şer, dagirkirin, şewitandin û wêrankirina jîngeha Kurdistanê û bikaranîna çekên qedexekirî.

Weke karê xwe yê asayî, dewleta Tirk a dagirker bi awayek tirsonek çeperên sivîl, rojnamevan û kedkaren çapemeniyê bombebaran dike. Ev ne cara yekeme ku faşîzma Tirk êrîşî rojnamevanên çapemeniya azad dike. Belkû me dît ku li Şengal û Rojavayê Kurdistanê jî êrişî rojnamevanan dike û şehîd dikin. Li Bakurê Kurdistanê jî êrîşî rojnamevanên azad dikin û digirin. Îro careke din faşîzma Tirk li Başûrê Kurdistanê komek rojnamevan û xebatkarên çapemeniya azad li nêzî navçeya Seyîdsadiq kir hedef. Di êrîşa dewleta Tirk de 2 rojnamevanên jin jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Em weke Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê ev kiryara tirsonek û terorîstî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî rojnamevanan şermezar dikin. Em van êrîşên tirsonek weke tolhildana têkçûna dewleta dagirker a rojane ya ji ser destên Gerîlayên Azadiyê dibînin. Em bang li hemû kesên ku xwe di çarçoveya ramana azad, serbixwe û welatparêz de dibînin dikin ku xwedî helwesteke cidî bin. Em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê jî dikin ku li hemberî vê komkujî û dagirkeriya ku dewleta Tirk bi desteka xeta xiyanetê li Başûrê Kurdistanê dike, bêdeng nemînin.

Herî dawî em ê têkoşîna rewa ya gelê Kurd li dijî dijmin û hevkarên wan bidomînin.”

'DIVÊ EM RAGIHÎNIN RAYA NAVNETEWEYÎ'

Navenda Nexîl ya Mafên Azadiyên Rojnamevanan jî ev tişt anî ziman: "Êrîşên dewleta Tirk yên li ser rojnamevenan divê ji raya giştî ya navnetewî re bê ragihandin. Em bang li hikûmeta Iraqê, rêxistin û çalakvanên azadiya çapemeniyê de dikin ku li ser vê mijarê tenê bi şermezarkirin û xwepêşandanan nemînin. Em careke din bang li hikûmeta Iraqê dikin ku berpirsyariya xwe ya ji bo parastina serweriya welat û ewlekariya xelkê sivîl bicih bîne û atmosfereke bi ewle û guncaw li hemû parêzgehan ji bo karkirina rojnamevanên Iraqî çêbike.”