ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

-Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, wê bên şopandin.

-Ji bo protestokirina êrîşa dewleta Tirk a ku duh li Silêmaniyê li hemberî rojnamevanan pêk anî, wê li navendên Kurdistan û Ewropayê çalakî bên lidarxistin. Wê ev çalakî bên şopandin.

- Parêzer François Devedjiyan anî ziman ku Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan berdewama çanda dagirkerî û nefretê ye  ku ew çand di sedsala 20’an de dest pê kiriye û di sedsala 21’an de jî berdewam dike û got: ‘’Dixwazin ku sûcên li dijî gelên Ermen û Kurd hatine kirin, rewa bikin.’’

- Koordînasyona Kevana Zêrîn di salvegera 17’emîn a şehadeta Heval Delîla Meyaser de ew bi bîr anî.

- Gerîlayê YRK’ê Bager Agir diyar kir ku li her derê şerê taybet li hemberî gelê me tê meşandin û ev bang li ciwanan kir: “Divê ciwanên me li dijî şerê taybet li her derê xwe rêxistin bikin û tevlî nava refên gerîla bibin.”