Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtina bi xizmên xwe yên li Îmraliyê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Mafê hevdîtinê yê malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê bi îdîaya 'cezayên dîsîplînê' tê astengkirin.