Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.