ROJEVA 23'Ê TEBAXA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Dayika Zerge (Zerge Cinêd) ku êşa zarokên xwe yên şehîd veguherand berxwedanê, bû semboleke azadiyê.

Li Kurdistanê dema dawî bûyerên kanserê zêde bûne. Parlamenterê DEM Partiyê Dr. Heval Bozdag diyar kir ku astengkirina xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê tenduristiya gel xera kiriye.

Benda Amed weke hevrêyeke rasteqîn û şevaneke Apoyî hezkirina ji welatê xwe nîşanî her kesî da. Bi jiyan, berxwedan û durustiya xwe nîşan da ku divê şervan bersiveke çawa bidin dijmin.