'Ez ji nêza bimirim jî ez ê paşve gavê navêjim!'

Hakan Kireman ê ku di Depoya CarrefourSa ya Esenyurtê dixebitî û ji ber ku daxwaza zemê kiribû ji kar hate derxistin, anî ziman ku ji bo ew dest bi berxwedanê neke şîrketa taşeron pere pêşkêşî wî kir û got, "Ez ji nêza bimirim jî ez ê paşve gavê navêjim.”

Tevî hemû gef û zextan jî, berxwedana karkerên ku di bin banê şîrketên taşeron DGR û Onur de li Depoya CarrefourSa Esenyurt a girêdayî Sabanci Holdîng dixebitin, bi pêşengiya Sendîkaya Karkerên Depo, Bender, tersxane û Deryayê (DGD-Sen) 12 roj in bi biryardarî didome. Nûnerê cihê kar Hakan Kireman yek ji van karkeran e ku ji ber daxwaza zemê kir ji kar hat avêtin. Kireman derbarê nerazîbûn û çalakiyên xwe de ji ANF’ê re axivî.

‘KESÊN DI KAR DE QEZA DERBAS DIKIN NE DIBIN NEXWEŞXANÊ Û NE JÎ RAPOR DIDIN WAN’

Kireman, ku di şîrketa taşeron Onûr de 8 mehan di depoyê de xebitî û anî ziman ku şert û merc gelekî xerab in. Kireman, diyar kir ku di depoyê de ewlekariya kar nîne û got, "Bi giştî bi karê barkirinê re mijûl dibûm. Beriya mehekê min qezaya kar derbas kir. Wekî min gelek hevalên me jî qezayên kar derbas kirin. Ne dibin nexweşxanê û ne jî rapor didin kesên qeza derbas kirine. Ji bo ku berpirsyarî negirin ser milên xwe piştî 20 roj wan ji kar dertînin.”

Kireman, da xuyakirin ku depo jî û xwarinên ku ji bo karkeran tê dayîn jî nepaqij in û got ku gelek car di xwarinên wan de kêzik, perçeyên dar û cam derketine.

Kireman, diyar kir ku karkerên dixwazin bibin endamên sendîkayê jî ji aliyê efser û midûrên şîrketên taşeronê ve hatine tehdît kirin û got, “Bi birîna mûçeyê gefa li karkeran dixwarin. Lê hemû hevalên me bûn endamê sendîkayê. Ji ber ku me nekarî bi mûçeyê 22 hezar TL'yî bijîn, me daxwaza zêdekirina 5 hezar TL kir. Di berdêla vê de jî bêyî ku hincetekê nîşan bidin min û 5 nûnerên din ên kar, ji kar hatin derxistin."

JI BO KU TEVLÎ BERXWEDANÊ NEBIM PERE TEKLÎF KIRIN

Kireman got, "Berpirsyarê şîrketa taşeron Mûstafa, ji bo ku tevlî berxwedanê nebim 90 hezar TL’yî teklîfê min kir. Helbet min qebûl nekir. Ne 90 hezar TL trîlyonek jî bidin min ez ê dev ji hevrêyên xwe bernedim û ji bo mafên her kesî ez ê li ber xwe bidim."

BANGA BOYKOTKIRINA CARREFOURSA HAT KIRIN

Kireman, diyar kir ku ji bo pêşî li berxwedanê bê girtin karker ji Gebzeyê anîne û ev bang kir, “Heta em mafê xwe bi dest dixin û vedigerin kar em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê her kes marketa CarrefourSayê boykot bike. Ev berxwedan salek ango 2 sal jî berdewam bike, ez ê dev ji berxwedana xwe berendim. Ez ji nêza bimirim jî ez ê paşve gavê navêjim.”