Di nobeta li dijî desteserkirinê de qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin

Çalakiya nobedê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ku ji 3’ê Hezîranê ve tê lidarxistin, dewam dike. Di çalakiyê de êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî rojnamevanan hat protestokirin.

Çalakiya nobedê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Beyoglûya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, dabû destpêkirin di roja 68’an de berdewam kir. Nûnerên gelek partiyên siyasî, sendîka û saziyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de tîşortên "Qeyûm biçe" hatin li xwe kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Qeyûm biçe, em ê bimînin", "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.

Dayika Aştiyê Sabîha Bozan bi bîr xist ku ew nêzî 3 meh in ji bo edaletê li Qada Şîşhaneyê ne. Bozan destnîşan kir ku ew ê desteserkirina îradeyê ya li dijî gelê Kurd nas nekin û wiha got: “Ez weke Dayikê Aştiyê bang li partiyên siyasî yên li Tirkiye û cîhanê dikim; kes nikare îradeya me desteser bike, kes nikare me tunebihesibîne.”

Rêveberê DEM Partiyê yê navçeya Sultanbeylî ya Habîp Sokucu êrîşa li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û anî ziman ku li dijî gelê Kurd êrîşên mezin tên kirin û wiha got: “Di dîroka me de serî tewandin nîne û wê nebe jî.”

Hevserokê navçeya Arnavutkoyê Yavuz Kahraman jî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûr û wiha got: “Ez bang li desthilatdarî û kesên xwedî wîjdan ên li welêt dikim; li vî welatî polîtîkayên şer û tecrîdê sûd nade tu kesî. Werin em ji bo demokrasî û azadiyê têbikoşin.”