Li Balikesîrê 3 karkerên înşeatê ji ber guhdarîkirina strana Kurdî hatin binçavkirin

Li navçeya Altieylul a Balikesîrê 3 karkerên înşeatê ji ber ku li parkê guhdariya muzîka Kurdî kirine, bi hinceta ‘’propagandaya rêxistinê’’ û ‘’berhingariya li dijî polîsan’’ hatin binçavkirin.

Li Balikesîrê 3 karkerên înşeatê bi hinceta ku li parkê guhdariya muzîka Kurdî kirine, hatin binçavkirin.

Polîs dema ku Ozgur Îpek, Mehmet Argin û Cemal Guzel li parkê guhdariya muzîka Kurdî dikir, bi hinceta ku ‘ji derdorê derheqê wan de şikayet heye’’ nasnameya her sê karkeran ji wan dixwaze.  Dema ku her sê karker tînin ziman ku ew bes guhdariya muzîkê dikin û naxwazin nasnameyên xwe bidin,  polîs serî li tundiyê didin û karkeran binçav dikin.

Birayê Cemal Guzel ê hatî binçavkirin Kadîr Guzel, da zanîn ku dema birayê wî û hevalên wî tên binçavkirin, li rastî tundiya bi dehan polîs û hin kesên li derdorê tên. Her sê kesên ku ji aliyê polîsan ve tên derbkirin û binçavkirin, di kêliyên binçavkirinê de jî bi êrîşê re rû bi rû dimînin û destûr nehate dayîn ku rapora lêxistinê bistînin.

Her sê karker piştî kiryarên li Miduriyeta Polîsan ji  Edliyeya Balikesîrê re hatin sewqkirin. Di lêpirsîna dozgeriyê de her sê karker bi îdîayên ‘’propagandaya rêxistinê’’ û ‘’berhingariya li dijî polîsan’’ hatin sûcdarkirin û bi daxwaza girtinê ji dadgehê re hatin sewqkirin. Karker ji aliyê Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ve bi heman hincetan hatin girtin.