Bayindir: Serkeftin wê ya gelê Kurd be

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî 2 rojnamevanan kir û qetil kir. Bayindir got, "Tu hêza hikûmetê nemaye. Serkeftin wê ya gelê Kurd be."

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ji bo fînala turnuvaya Gulîstan Doku ku ji aliyê Meclîsa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve bi şîra, "Lexê ciwan di saxê de ne" dihat lidarxist hat navçeya Silopiya ya Şirnexê. Keskîn Bayindir li navçeya Cizîrê ji aliyê Rêxistinên DBP û DEM Partî yên Şirnex û navçeyên wê, Parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez ve hat pêşwazîkirin. 

Bayindir û girseya bi wî re bi konvoyan hatin navçeya Silopiya û li vir li ber deriyê avahiya DEM Partî ya navçeyê heta Navenda Çand, Ziman û Hûner a Ayşe Şanê meşiyan. Di meşê de Bayindir û girseya bi wî re gel pêşvazî kirin û dirûşmeyên, "Bê ziman jiyan nabe", "Bijî berxwedana gelê kurd", "Bimrê koletî bijî azadî" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. 

BERTEKA LI DIIJÎ QETILKIRINA ROJNAMEVANAN

Keskîn Bayindir bal kişand ser êrîşa îro ya hewayî ku li bajarê Silemaniyê yê Başurê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatibû û di encamê de 2 rojnamevanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Di şexsê wan de em hemû şehîdan bi bîr tînin. Em ê têkoşîna wan heta dawiyê bidomînin. Em ê heta dilopek xwîna xwe vê têkoşînê bidomînin.” Bayindir anî ziman ku li bajarên têkoşîn xurte li dijî civakê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û ev tişt gotin: "Yek ciwanê me jî bikeve di xefika şerê taybet ew berpirsyarî dikeve ser mile me hemûyan. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin ku yek civan û jin nekevin di bin bandora van polîtîkayan. Ji ber wê divê em li ku bin jî em hevdû li dijî van polîtîkayana hişyar bikin. Heke em rê nedin desthilatê têkoşîna gelê kurd wê serkêftî be. Taqet di desthilata AKP'ê MHP'ê de nemaye. Serkêftin wê ya gelê Kurd be."

Piştî axaftina Bayindir girse dirûşmeyên, "Şehîd namirin” berz kirin û êrîşa hewayî ya li Silêmaniyê şermezar kirin.

Keskîn Bayindir û yên pê re ji bo temaşekirina maça fînalê derbsî Kompleksa Sporê ya Şaredariya Silopiyayê bûn.