‘Êrîşa li dijî rojnamevanan êrîşeke tirsonek e’

Koalîsyona Rojnamevanên Jin û Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan şermezar kirin û gotin, “Li hemberî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nemînin.”

Koalîsyona Rojnamevanên Jin (Coalition For Women In Journalism-CFWIJ) û Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONUS) têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî rojnamevanan ku di encama êrîşê de du rojnamevan hatin qetilkirin, daxuyanî da.

CFWIJ’ê di daxuyaniya axwe de wiha got: “Ev êrîş tundiyeke tirsonek e. Weke CFWIJ em sersaxiyê ji malbatên rojnamevanên hatine qetilkirin re dixwazin. Divê artêşa Tirk dest ji hedefgirtina rojnamevanên Herêma Kurdistanê berde. Em dixwazin edalet bilez bê cîbicîkirin û her kesên ku ji êrişê berpirsyarin divê hesabê bidin.”

RONUS: NEBIN TEMAŞEVANÊ KUŞTINA ZAROKÊN KURD

Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONUS) jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em êrîşê bi tundî şemrezar dikin, ev êrîş hewldanek tirsonek û binpêkirina hemû pîvanên mafê mirovan e. Li gorî me hedef girtina rojnamevanan ya di pêşbaziya leşkerî de, karek ne mirovane ye. Di yasayên navneteweyî de, nabe êrîşî rojnamevanan were kirin û weke sûcek şer tê pênasekirin. Em vî sûcî şermezar dikin. Ji bo rawestandina êrîşên li ser xelkê Herêma Kurdistanê, em bang dikin zextek mezin were çêkirin. Xaka me tê dagirkirin û her roj li cihek jiyana welatiyên me dibe qurbanî, niha jî gihiştiye wê astê ku dest diavêjin jiyana rojnamevanan.

Em bang li hikumeta Iraqê û saziyên ewlekariyê dikin ku hemberî êrîş û dagirkeriya li ser Herêma Kurdistanê bi erkê xwe rabin û êdî nebin temaşevanê kuştina zarokên Kurd. Em bang li hemû konsolosxane, nûnertiyên welat û rêxistinên mafê mirovan dikin ku ji bo rawestandina êrîşan pêngavên cidî biavêjin û rojnamevan werin parastin. Em ji malbat, kesûkar, rojnamevan û televziyona Sterk Tv re sersaxiyê dixwazin.”