KURDISTAN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got, "Di bingeha vê tevgerê de têkoşîna şehîdan heye. Eger gelê me îro li ser piyan be, dîrokê dinivîsîne, ji mirovahiyê re dibe hêviyeke mezin, bi saya van nirxan e."
Piştî zextên li ser Malbata Berzanî û rayedarên PDK'ê, îro rê ji 70 malbatan re hate dayîn ku vegerin Şengalê. Bi sedan malbatên din jî amadekarî dikin ku di rojên pêş de vegerin ser cih û warê xwe.
HPG’ê diyar kir ku gerîla Sîdar Serhed (Tûran Derdîyok) şehîd bû û got: “Li dijî hemû êrîşên li dijî gelê me hatine kirin, bi fedayî şer kir û wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi cih anî.”
1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya ji aliyê Şaxa Wanê ya Egîtîm Sen’ê ve hatî lidarxistin, di roja 2’yan de didome.
Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê diyar kir ku PDK û malbata Barzanî xiyaneta xwe derbasî qonaxeke bilind kiriye û hêzên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re nakin dike hedef. PKK'ê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk û xiyaneta wê bang kir.
Hemû Nûçe
-
Jina ku berê xwe da heqîqeta çiyayan: Zîn Farqîn
Şoreşgera pêşeng Zîn Farqîn, bi dilê xwe yê mezin a ku ji agirgehê paqij kiribû, mîna roja biharê li axa Kurdistanê şîn bû. Ji bo bêhnekê bide gel heta nefesa xwe ya dawî şer kir û heta kêliya dawî li hemberî dagirkeran weke bahozekê bû.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Li Şengalê semînera 4’ê Nîsanê
Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li Serdeşt a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) semînerek hat dayîn.
-
KCK: Dengê xwe bidin namzetên gel!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir ku divê AKP-MHP dengekî jî nestînin. KCK’ê got: “Divê ti kes nekeve nava dubendiyê û ji bilî namzetên gel dengê xwe nede kesekî din.”
-
KCK’ê ji bo Mîchalîs Charalampîdîs peyama sersaxiyê weşand
Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo dostê Kurd Mîchalîs Charalampîdîs ku berî du rojan jiyana xwe ji dest da, wiha got: “Em ê bîranînên Mîchalîs Charalampîdîs di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bidin jiyîn û her tim wî bi bîr bînin.”
-
KCK’ê şehîdên Mahabad û Kizildereyê bi bîr anî
KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî Qazî Mihemed û hevrêyên wî yên di 31’ê Adarê de li Mehabadê û Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên di 30’ê Adarê de li Kizildereyê hatibûn qetilkirin bi bîr anî.
-
-
-
-
-
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê weşand ku bi çekên giran hate kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.
-
NPG'ê Hefteya Lehengiyê pîroz dike
Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Hevrêyên me Mazlûm û Mahsûm bûne meşaleyên diyarker ên serdema lehengiyê ya neteweyî ya gelê me. Li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê ya gelê Kurd û hemû hevrêyên xwe yên li her qadê têdikoşin pîroz dikin.
-
-
-
-
-
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê 2 gerîlayên li Amanosan şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bi yekîtiya bêhempa ya hevrêtiya Apoyî bi qasî pratîkên jiyan, li hember êrîşa dijmin bi xeta fedaîtiyê ya berxwedana dîrokî careke din îspat kirin.”
-