KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YJA Starê Nûjiyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şehîd Nûjiyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em soz didin ku em ê xewn û xeyalên hevrêya xwe Nûjiyan bi cih bînin." -
Milîtanê pêşeng ê berxwedana Girê Amediyê: Welat Dalaho
Welat Dalaho ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek çalakiyên afirîner lidar xist, li Girê Amediyê bû milîtanekî pêşeng ê berxwedanê. -
7 fedaiyên Girê Sor
Berxwedêran bi pêşengiya fermandar Botan û Zinarî 80 rojan Girê Sor veguherandin keleha berxwedanê. Sekna li Metîna û Girê Bahar tê nîşandan, berhema lehengên Girê Sor e. Hevrêyên wan vê ala serketinê niha li Zap û Metînayê li ba dixin. -
Dewleta Tirk li Geliyê Diriyan dest bi êrîşa leşkerî kir
Dewleta Tirk a dagirker li gundên Şîşemzîn, Soryan û Xurekana Seyîda yên Geverê êrîşeke leşkerî da destpêkirin. -
Cenazeyê Seîd ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Burhan Seîd ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li Goristana Seywanî Du ya Silêmaniyê hat veşartin. -
Piştî 30 salan hat berdan, ji hêla gel ve hat pêşwazîkirin
Mehmet Kanit ê ku piştî 30 salan hat berdan, li Silopiyayê bi meşaleyan hat pêşwazîkirin. -
YNK’ê dewleta Tirk şermezar kir
Fraksiyona YNK’ê ya Parlamentoya Iraqê êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, "Bêdengî û bêhelwestiya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê êrîşên Tirkiyeyê rewa dike." -
Navê kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin diyar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li Serbajêr wesayîtek kir hedef. Di êrîşê de Bûrhan Seîd, bavek û kurê wî ku navên wan nehat zanin jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên wan ji bo veşartinê ber bi Kunemasiyê ve hat birêkirin. -
Omer Şaristênî: Hevkar me radestî kujeran dikin!
Mele Omer Şaristênî ku di merasîma cenazeyê şehîdên Dukanê de axivî, bertek nîşanî êrîşê da û got, "Heta kengî wê destûrê bidin dagirker, xwînxwar û hevkaran ku li ser me planan çêbikin?" -
Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel kirin
Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel ku li Qilebanê şehîd bû, hate kirin. -
Dewleta Tirk careke din êrîşî Silêmaniyeyê kir: 3 kes hatin qetilkirin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şarbajêr a bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê êrîş bir ser wesayiteke di rê de bû. Di encamê de 3 kes qetil kir. -
KCK'ê bang li Bexdayê kir: Ji vê şaşitiyê vegere
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê destnîşan kir ku peymana navbera Enqere û Bexdayê tê wateya 'Lihevkirina bi DAÎŞ'ê re' û bang li hikumeta Iraqê kir ku tavilê ji vê şaşitiyê vegere. -
'Gerîla ji astengkirina qirkirina Kurdan berpirsyar e'
Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku gerîla yekane hêz e ku pêşî li qirkirina gelê Kurd digire û got, "Em bi tena serê xwe jî bimînin em ê li Kurdistanê cih nedin wan." -
Ararat Tolhildan zarokeke şoreşê bû
Ararat Tolhildan li warê berxwedan û serketinê li Kobanê ji dayik bû. Her ku dilê wê ronî bû ruhê wê ber bi azadiyê ve firiya. Zarokeke şoreşê bû û ruhê şoreşê timî di dilê wê de bû. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel li Wêranşarê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel ê li Kêla Memê ya Qilebanê şehîd bûbû, li bajarê xwe Wêranşara Rihayê hat veşartin. -
Cenazeyê 2 şehîdan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin
Cenazeyê şehîdên HPG’ê Zamanî Amanos û Yilmaz Dersim ku ji 18’ê Tebaxê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên girtin, piştî testa DNA’yê ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. -
Dewleta Tirk bombe li Guherzêyê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir. -
Bi hinceta gerandina govendê ceza dan girtiyan
Bi hinceta ku fîtik avêtine, çêpik lêxistine û govend gerandine, 15 roj cezayê hucreyê li 15 girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Êlihê hate birîn. -
Mehmet Sîncar li Qoserê li ser gora xwe hate bîranîn
Parlamenterê Mêrdînê yê DEP'ê Mehmet Sîncar di salvegera 31'emîn a qetilkirinê de li navçeya Qoser a Mêrdînê li ser gora xwe hate bîranîn. -
Li Dukanê êrîşa SÎHA'yê: Bav û 2 kurên wî şehîd bûn
Li navçeya Dukan a Silêmaniyê dewleta Tirk a dagirker bombe li wesayîtekê barand. Hat diyarkirin ku di êrîşê de bav û 2 kurên wî şehîd bûne. -
HPG: Di bombardûmana dagirkeran de tiştek bi hêzên me nehatiye
Herêmên Parastinê yên Medyayê çar rojan ji bejahî û hewayî ve bi dehan caran hate bombekirin. HPG'ê got, "Di bombardûmanê de windahî ji hêzên me çênebû." -
Li Geverê 3 siyasetmedar hatin binçavkirin
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê tîmên polîsên tevgera taybet serê sibehê avêtin ser malan û 3 siyasetmedar binçav kirin. -
HPG: Heta fîşeka xwe ya dawî bi rengekî fedaî şer kirin
HPG'ê nasnameya şehîdên Botanê eşkere kir û got, "Hevrêyên me bi lehengî şer kirin, fîşeka xwe ya dawî ji xwe re hiştin û ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî şehîd bûn." -
Nobeda li Mexmûrê bi koma 81'ê dewam dike
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 411’an de bi koma 81’an ve bi biryardariyek xûrt didome. -
Kalkan: Di xwîna bi hezaran şervanên azadiyê de tiliya PDK'ê heye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, îstîxbarata êrîşên li Başûr ên li ser şervanên azadiyê bi temamî ji PDK'ê tê û destnîşan kir, di êrîşên 6 salên dawî hemûyan de tiliya PDK'ê heye.