Cenazeyê Seîd ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat veşartin

Cenazeyê Burhan Seîd ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li Goristana Seywanî Du ya Silêmaniyê hat veşartin.

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Hermelê ya navçeya Çiwartê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîşî wesayiteke kir û di encama êrîşê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan. Ajokerê wesayitê Burhan Seîd ê di êrîşê de hat qetilkirin, ji gundê Çemeke yê navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê bû. Du kesên ên di wesayitê de hatin jî qetilkirin jî bav û kur bûn.

Piştî êrîşa dewleta Tirk cenazeyan birin Tiba Edlî ya Silêmaniyê û piştî karûbarên pêwîst ji bajarên wan re hatin birêkirin. Xizmên şehîd Burhan Seîd xwestin cenazeyê wî li Goristana Seywanî Du ya Silêmaniyê were veşartin.

Piştî ku cenaze ji Saziya Tiba Edlî hate wergirtin, li Mizgefta Hecî Ebubekîr Siwêlî hat şuştin û bi merasîmekî li Goristana Seywanî Du hate veşartin.

Cenazeyê bav û kur jî wê li herêma Çiwartayê bê veşartin.