KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
MAK'ê li Geverê bi teqemeniyan li qereqola polîsan xist
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku li dijî operasyonên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li Geverê bi teqemeniyan li qereqoleke polîsan xistine. -
Saleh Êzdîn: PADÊ rûyê siyasî yê Şengalê bû
Endamê KNK'ê û Mektep Siyasî ya PADÊ Saleh Êzdîn destnîşan kir ku PADÊ rûyê siyasî yê Şengalê bû û got, cara yekem e ku partiyek beriya bê agahdarkirin tê girtin. -
'Em ê bi xwendina parêznameyên Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin'
Yasmîn Meşayix da zanîn ku xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan şensek e û got: "Em ê bi van parêznameyan xwe bi rêxistin bikin." -
Li Mexmûrê Nobeta Azadiyê dewam dike
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya Nobeta Azadiyê ya li dijî tecrîda girankirî ya Îmraliyê hatî destpêkirin, di roja 416’an de dewam dike. -
Şoreşgera fedaî ya Botanê: Zarîn Aram
Zarîn Aram ku sala 2015'an li gel Zeryan Denîz Amed tevlî kar bû, li her qadê nasnameya YJA Starê bi rengekî hêja temsîl kir û bû şervaneke milîtan. -
Zanîngehên Xanedaniya Barzanî
Di rewşeke welê de ku xelkê Başûrê Kurdistanê di nava pirsgirêkên aborî û civakî de ye û dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker, malbata Barzanî ji bo zarokên xwe bi milyonan dolarî zanîngehan vedike û li gorî dilê xwe bi rê ve dibe. -
Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP!
Li Amedê hezaran kes bi diruşma “Kûjer Hîzbûllah hevkar AKP" meş li dar xist. -
Ciwanan li Kerkûkê xiyaneta malbata Barzanî şermezar kir
Li bajarê Kerkûkê ciwanên Kerkûkê xiyaneta malbata Barzanî bi çalakiyekê şermezar kirin. -
Li Sineyê 4 Kurd hatin binçavkirin
Hêzên Îranê li navçeya Dîwandere ya girêdayî bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin. -
DBP li Amedê rêxistiniyê nîqaş dike
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li ser rêxistiniyê li Amedê komxebatekê lidar dixe. Di komxebatê de işaret bi girîngiya têkoşîna rêxistinî ya ji bo azadiyê hate kirin. -
Li Qoserê qeza: 13 kes birîndar bûn
Li Qoserê mînîbusek ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya nava qenala avdanê. Di encamê de 13 kes birîndar bûn ku rewşa 3 ji wan giran e. -
'Divê Iraq rê li ber pêkanîna ajandaya Tirkiyeyê bigire'
Kawêz Mela Perwîz: Divê Iraq rê li ber wan hêz û aliyan bigire ku ajandaya Tirkiyeyê pêk tînin. -
Cenazeyê Narîn Guran hate dîtin
Narîn Guran a 8 salî ku li Amedê winda bû, cenazeyê wê hate dîtin. -
HPG'ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, "Rêbaza jiyanê ya Apoyî ji xwe re kirin esas û wezîfeyên herî giran jî bi hêsanî bi cih anîn." -
‘Hîzbûlkontrayên ku Kurd di bîrên asîtê de şewitandine, divê hîn zêdetir bên teşhîrkirin’
Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker bi taybetî bang li meleyan kir û xwest ku divê hîn bêhtir nerazîbûn nîşanî HUDA PAR’ê bê dayîn û ev hêz bên teşhîrkirin. -
'PADÊ partiyên Êzidiyan gihand hev, lewma bû hedef'
Endamê mektep siyasî ya PADÊ Silêman Hecî diyar kir ku biryara girtina PADÊ di encama hevdîtin bi Tirkan re hat girtin û got: “Rojane axa wê tê dagirkirin, mirov tên kuştin. Xwe ji van pirsgirêkan re berpirsiyar nabîne lê partiya Êzidiyan digire.” -
PDK’ê destûr neda 2 hunermendên jin derbasî Rojava bibin
PDKʹê nehişt hunermend Amal El Meslosî û Şadî Xelamî ku xwest beşdarî Festîvala Şehîd Berçem a li bajarê Kobanê bibin derbasî Rojava bin. -
Panela 'Nalî Balyozê Kurdbûnê' hat lidarxistin
Navenda Rewşenbîrî ya Caf bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunerê li Silêmaniyê panelek li ser Nalî li dar xist. -
'Gel û gerîla bi hev re dikarin rê li ber dagirkeriyê bigirin'
Êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst li ser başûrê Kurdistanê berdewam in. Têkildarî vê yekê rojnamevan û şanokar Karzan Qadir wiha got: “Gel û gerîla temamkerê hev in û divê gel piştgiriyê bide gerîlayên azadiyê.” -
Girtiyê nexweş: Heta ku çalakiya min encam digire, wê bidome
Girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku berdana wî hatî taloqkirin, di greva birçîbûnê de ye. Îşçî ragihand ku heta çalakiya wî encam digire, ew ê bidomîne. -
MAK’ê firoşkarê tiryakê ceza kir
MAK, çalakiyên xwe yên li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk didomîne. Milîsên MAK’ê li Amedê firoşkarê tiryakê ceza kir. -
Li Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin
Xelkê Wargeha Mexmûrê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xelkê Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. -
HPG: Li Xakurkê serdarek û 3 leşker hatin cezakirin
HPG'ê diyar kir ku li Xakurkê di çalakiya 2'ê Îlonê de serdar Osman Ayan û 3 leşker hatin cezakirin. Dewleta Tirk a dagirker îdîa kiribû ku serdar bi krîza dil miriye. -
'Em bi Kurdî biaxivin, bifikirin û bijîn'
Platforma Zimanê Kurdî diyar kir ku sala nû ya perwerde û hîndekariyê ji bo zarokên Kurd dema asîmîlasyonê ye û got, "Divê her kes bi Kurdî biaxive, binivîsîne, bifikire û bijî." -
KCK: Berpirsyarê esasî yê dagirkerî û komkujiyan PDK û Barzanî ye
KCK'ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, "Berpirsyarê esasî yê dagirkerî û komkujiyên li ser Başûrê Kurdistanê PDK û Barzanî ye."