Dewleta Tirk a dagirker li gundê Hermêle yê li sînorê navçeya Çiwarta ya Silêmaniyê wesayîta welatiyên sivîl bombebaran kir û di encamê de sê welatî hatin qetilkirin. Navê her sê welatiyên sivîl eşkere bûn.
Di êrîşê de Bûrhan Seîd, bavek û kurê wî ku navên wan nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, welatiyê bi navê Bûrhan Seîd (38) ê ji gundê Çemekê ye, bavê 7 zarokan e û ajokarê wesayîtê bû.
CENAZE JI BO VEŞARTINÊ HATIN BIRÊKIRIN
Cenazeyên her sê kesên hatin qetilkirin piştî karên li Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyê hatin wergirtin û ji bo veşartinê ber bi cihê ku wê bên veşartin hatin birêkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin cenazeyê Bûrhan Saîd ê di êrîşê de hat qetilkirin wê li gundê Çemekê, cenazeyên bav û kurê wî jî li gundê Kunemasî yê Şarbajêr bên veşartin.