Dewleta Tirk careke din êrîşî Silêmaniyeyê kir: 3 kes hatin qetilkirin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şarbajêr a bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê êrîş bir ser wesayiteke di rê de bû. Di encamê de 3 kes qetil kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, danê nîvro li nêzî nehiya Çiwarta ya navçeya Şarbajêr bi balafireke bêmirov a bombebarkirî bombe li wesayitekê hate barandin.

Hate ragihandin ku sê kesên di wesayitê de hatin qetilkirin. Li ser nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane, agahî bi dest neketin.

Dewleta Tirk 4'ê Îlonê roja Çarşemê li ser rêya Xelekan-Kanîwatman a li navçeya Dukanê ya bajarê Silêmaniyeyê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) êrîş biribû ser wesayitekê û bavek û 2 kurên wî qetil kiribû. Zarokên hatin qetilkirin 12 û 15 salî bûn.

Li gorî daneyên fermî, ji destpêka sala 2024'an û vir ve di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê 20 kes hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk 23'ê Tebaxê yekser êrîş biribû ser rojnamevanan û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kiribû, yek jê giran 6 rojnamevan jî birîndar kiribûn.

Dewleta Tirk di van êrîşên dagirkeriyê yên li dijî sivîlan de ji PDK'ê piştgiriyeke eşkere werdigire. Beriya niha bi demeke kurt di navbera rêveberiya Bexda û dewleta Tirk de peymaneke ewlekariyê jî hate îmzekirin. Piştî vê peymana ku 15'ê Tebaxê hate îmzekirin êrîş zêde bûn.