Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanê Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê, li parlamentoyê daxuyanî da û got, “Em êrîşên Tirkiyeyê yên bi balafirên bêmirov li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Bêdengî û bêhelwestiya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê êrîşên Tirkiyê rewa dike.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di nava 72 saetên de li parêzgehên Silêmaniyê û Duhokê di du êrişên cuda de 7 welatiyên sivîl şehîd bûn. Şehîd ji du malbatan e ku yek ji wan zaroke û gelek welatiyên din jî birîndar bûne.”
Di daxuyaniya YNK’ê de rexne li hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kir û wiha dewma kir: "Her çendî êrîş berdewam bin jî, bêdengî û bêhelwestiya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê tê wateya qebûlkirina binpêkirina serweriya Iraqê û rewakirina êrîşan."
YNK’ê xwest ku li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe bişkînin û helwesteke cidî nîşan bidin.”