KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsên dewleta Tirk 3 rojnamevan binçav kirin
Li Erdîşê sê rojnamevan li nuqteya kontrolê ya polîsan hatin sekinandin û binçavkirin. -
DBP: Astengkirina wergirtina cenazeyan bêhurmetî, bêhiqûqî ye
DBP'ê têkildarî astengiya li pêşiya wergirtina cenazeyên rojnamevanên hatin qetilkirin nerazîbûn nîşan da û got, "Bêhurmetiya li bîranîna mirov e, zilma li xizman e. Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin." -
Di doza Durduyê hatî kuştin de leşkerên bersêc serbest in, lê şahid girtî ne
Derbarê leşkerên Tirk de ku li navçeya Qelqeliya Wanê gule berdan Seyîthan Durdu, serleşkerek hat girtin, fermnadarekî beşê û du leşker jî serbest hatin berdan. -
Serlêdana ji bo cenazeyên rojnamevanên hatin qetilkirin bêbersiv hate hiştin
ÎHD'ê ragihand ku ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bersiv ji serlêdanê re nehatiye dayin û got, "Êşkenceya psîkolojîk tê kirin." -
Şandeya Şengalê serdana koçberên Şehba û Efrînê kir
Şandeya Şengalê ku ji Rêveberiya xweser û TAJÊ pêk tên, ku ev du roj in li Rojavayê kurdistanê ye çû serdana koçberên Efrîn û Şehbayê. -
KCK: Hesabê hemû komkujiyan wê bê pirsîn
KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û got, "Têkoşîna me ya li ser xeta şehîdan tê meşandin, wê hesab ji hemû komkujiyan bipirse, jiyaneke azad, wekhev û demokratîk ku armanca şehîdan bû, wê ava bike." -
Ji Civîna Bilind a Piştevaniya Sahrawi peyama ji bo Rojava
Bi dehan aktîvîstên beşdarî Civîna Bilind a Piştevaniya Sahrawi bûn ku Greta Thunberg jî di nav de bû, ragihandin ku ew piştgiriyê didin Şoreşa Rojava û berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava. -
Şandeya li deriyê sînor vê care di nuqteya kontrolkirina pasaportê de hat astengkirin
Şandeya ku xwestin ji bo wergirtina cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn biçin Başûrê Kurdistanê, vê care li nuqteya kontrolê ya pasaportê hatin astengkirin. -
Malbata Daştan û Bîlgîn xwestin biçin cenazeyê zarokên xwe werbigrin li Deriyê Xabûr tê astengkirin
Malbata rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn xwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û cenazeyê zarokên xwe werbigrin, li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên astengkirin. -
Nobeta li ser sînor dewam dike: Em li pişt peyama Abdullah Ocalan in
Berxwedana li sînorê Kobanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Di nobetê de ev peyam hat dayîn, “Em li pişt peyama Abdullah Ocalan in.” -
Salîha Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê di çalakiyê de axivî û got, "Divê Birêz Ocalan azad bibe ku şert û mercên aştiyê bêne afirandin." -
Li Dersimê meşa ji bo Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş
Li Dersimê, xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş meşiyan. -
Biryara berdana rojnamevan Silêman Ehmed hate dayin
Têkildarî yek ji edîtorên Rojnewsê Silêman Ehmed biryara berdanê hate dayin ku ji aliyê dadgeriya PDK'ê ve 3 salan cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. -
Li Zap, Xakurkê û Metînayê çalakiyên gerîla
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Xakurkê û Metînayê çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyan de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, doçkayek hate îmhakirin. -
'Mafê hêviyê' divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin, her wiha bi cih bê anîn
Ji DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku divê rewşa Rêber Apo tenê di çarçoveya 'mafê hêviyê' de neyê nirxandin û got, azadiya wî ya fîzîkî divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin. -
Alîkariya Şengalê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû
Rêveberiya Xweser a Şengalê alîkariya ji bo gelên Rojavayê Kurdistanê kom kiribû, ji deriyê Til Koçerê derbasî Rojava kir. -
Emîne Şenyaşar: Em ê ji bo Kobanê timî daxwaza edaletê bikin
Emîne Şenyaşar tevlî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê bû û got, "7 salan ez têkoşiyam û min dest ji gotina 'edaletê' berneda. Ez ê ji bo Kobanê timî daxwaza edaletê bikim." -
DBP wê bi hevserokên heyî rêwîtiya xwe dewam bike
DBP wê ji bo dema nû jî bi hevserokên heyî Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir rêwîtiya xwe dewam bike. -
Tulay Hatîmogûllari: Hevdîtin têrê nake, divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulah Hatîmogûllari got, "Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin û şert û mercên fîzîkî ji bo Birêz Ocalan bêne afirandin ku karibe ji bo aştiya li tevahiya Rojhilata Navîn bixebite." -
Dewleta Tirk xiyanetê li gel ferz dike
Gelê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker nikare berhemên xwe bide hev û xizanî lê tê ferzkirin, bi zexta koçberî û sîxuriyê re rû bi rû tê hiştin. -
Şervanekî dilsozê gel û rêberê xwe: Dilgeş Zîlan Gûzereş
Dilgeş Zîlan Gûzereş (Ferhat Akdenîz) ku ji bo bibe şervanekî rasteqîn û hevrêyê Rêber Apo kedeke mezin da, ji tevlîbûna xwe heta bi şehadetê dilsozê Rêbertî, gel û tevgerê bû. -
'Divê cîhan mafên Kurdan nas bike, em neteweyek e'
Jinên li Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û bang li dewletên cîhanê kirin ku mafên gelê Kurd nas bikin. -
Şehîdên Parîs û Silopyayê li Mexmûrê hatin bibîranîn
Şehîdên Parîsê Sakine, Fîdan, Leyla û şehîdên Silopiyayê Sêvê, Pakize û Fatma li wargeha Mexmûrê hatin bibîranîn. -
Çav li rêye şandeya YNK û PDK’ê vê hefteyê bên ba hev
Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre, diyar kir ku biryare ku vê hefteyê bi şandeya PDK’ê re li hev bicivin û li ser çawaniya karkirina bi hev re nîqaş bikin. -
Şoreşgerên jin ên li Silopya û Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, d bîranîna 7 şoreşkerên jin ên li Silopya û Parîsê hatin qetilkirin de axivî û got, “Êdî ne tecrîdê dive li ser azadiya Birêz Ocalan biaxivin.”