Şandeya Şengalê serdana koçberên Şehba û Efrînê kir
Şandeya Şengalê ku ji Rêveberiya xweser û TAJÊ pêk tên, ku ev du roj in li Rojavayê kurdistanê ye çû serdana koçberên Efrîn û Şehbayê.
Şandeya Şengalê ku ji Rêveberiya xweser û TAJÊ pêk tên, ku ev du roj in li Rojavayê kurdistanê ye çû serdana koçberên Efrîn û Şehbayê.
Şandeya Şengalê ku beriya du rojan tevî karwanek alîkarî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û alîkariya ku birin radestê rêveberiya xweser a Rojava hate kirin, dest bi rêze serdan û hevdîtinan kir.
Şandeya Şengalê ku ji Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo û Berdevka TAJÊ Rîham Hico pêk tê seredana koçberên Efrîn û Şehba yê li Kantona Cizîrê kirin û silavên gel û pêkhatiyên Şengalê ji wan re gotin. Şandeyê hevxemiya xwe bi koçberan re parvekirin û diyar kirin ku gelê Şengalê heta dawiyê dê destekê bide wan.