ŞOREŞGERÊN JIN HATIN BIBÎRANÎN
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di navbera salên 2015 û 2016'an de di qedexeyên derketina derve de endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar hatin qetilkirin. Her 3 siyasetmedarên jin di 9'emîn salvegera qetilkirina xwe de li navçeya Silopiyayê hatin bibîranîn. Her wiha siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û Evîn Goyî ku li Parîsê hatibûn qetilkirin jî hatin bibîranîn. Bernameya bibîranînê li eywana konferansê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Silopiyayê hat li darxistin. Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên navçe û navenda Şirnexê, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û gelek kes tevlê bûn.
Di bîranînê de wêneyên jinên ku hatine qetilkirin hatin rêzkirin, qûrnefîl hatin danîn û find hatin vêxistin. Bername bi temaşekirina sînevîzyona ku qala têkoşîna jinên hatine qetilkirin dike dest pê kir. Piştî sînevîzyonê girseyê bi yekdengî dirûşmeyên, "Şehîd namirin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.
'EM Ê AZADIYÊ BÎNÎN VÎ WELATÎ'
Piştre jî malbatên her 3 jinên hatin qetilkirin derketin ser dikê. Li ser navê malbatan dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr axivî. Sakîne Demîr, ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re silavên xwe şandin û wiha got: "Ez hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em dibêjin yekî tî. Ez bawer im em ê azadiyê bînin vî welatî. Ez bawer im dê deriyên zindanan jî vêbin. Ez serkeftinê dixwazim ji Kurdistana azad re. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku vê firsenda aştiyê ji dest xwe bernede. Birêz Ocalan Rêberê gelan e. Em dibêjin êdî bes e ji qedexekirina zimanî re, ji tunehesibandina nasnameyê re. Bijî serkeftin û bijî azadî. Bijî yekştiya gelê Kurd."
'EM Ê TÊKOŞÎNA WAN MEZIN BIKIN’
Halîde Turkoglû diyar kir ku 9 sal berê 3 siyasetmedarên jin li vir hatin qetilkirin û wiha got: "Ji ber ku jin bûn û mafê xwe diparastin hatin hedefgirtin. Em di şexsê van hevalan de jinên hatinê qetilkirin bi bîr tînin. Dema em hevalên xwe bi bîr tînin jî em hesabê wan dipirsin. Her bibîranîn ji bo me mezinkirina têkoşîn û hesappirsînê ye. Desthilat wisa bawer dike ku wê hesabê van qetilkirinan nede lê wê hesap bide. Hevalan nîşan, me da ku her berdêla tê dayîn têkoşîna me mezintir dike. Îro bi hezaran Sêvê, Fatma, Pakize û Sakîne hene. Îro jin û gelê Kurd vê têkoşînê mezin dikin. Yên ku ev komkujî kirin îro jî êrişî Rojava dikin. Em şoreşa jinan a Rojava jî silav dikin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin edî qala tecrîdê neyê kirin, divê qala azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bê kirin. Ên ku bi van komkujiyan û polîtikayên tecrîdê dixwazin çong li me danin bila bizanin ku heta azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk neyê aştî jî pêknayê. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Soza ku em didin hevalên xwe ev e. Heke me têkoşîna xwe mezin kir em dikarin hesap bipirsin. Em êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava qebûl nakin. Şoreşa Rojavayê jiyana ku wan hevalên me dixwestin pêk bînin xist meriyete. Divê em Rojavayê biparêzin. Wan xwest çong li me danin lê me çong nedanî. Îro jî em dibêjin û soz didin ku çi dikin bila bikin em ê têkoşîna azadiyê ya hevalên xwe mezin bikin û çi berdêl hebe em amade ne. Em ê bi ser bikevin."
Piştî axaftinan mevlîd hat xwendin.