Biryara berdana rojnamevan Silêman Ehmed hate dayin

Têkildarî yek ji edîtorên Rojnewsê Silêman Ehmed biryara berdanê hate dayin ku ji aliyê dadgeriya PDK'ê ve 3 salan cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, têkildarî Silêman Ehmed ê ku sal û nîveke girtî ye, Dadgeha Temyîzê biryara berdanê da.

Edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel bikin. Di 29’ê Tîrmeha 2024’an de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birîbû.