Emîne Şenyaşar: Em ê ji bo Kobanê timî daxwaza edaletê bikin

Emîne Şenyaşar tevlî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê bû û got, "7 salan ez têkoşiyam û min dest ji gotina 'edaletê' berneda. Ez ê ji bo Kobanê timî daxwaza edaletê bikim."

Li dijî êrişên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê çalakiya nobetê di roja 14'emîn de ye. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, sembola têkoşîna edaletê Emîne Şenyaşar, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tevli bûn.

Emîne Şenyaşar li qada çalakiyê axivî û got, ew naxwazin ciwan bimirin. Emîne Şenyaşar, wiha domand: “Ma hûn çi ji Kobanê dixwazin? Bila ev zilm êdî bi dawî bibe. Ez 7 salan têkoşiyam. Zilm li min kirin. Zarokên min kuştin lê min tu caran dev ji edaletê berneda. Wê ji bo Kobanê jî her tim daxwaza edaletê bikim.”

Herî dawî jî Parlamenter Ferît Şenyaşar axivî û ev tişt anî ziman: “Dinya ji bo pergala Rojava rêzê digire lê Tirkiye weke gef dibîne. Divê Tirkiye, Kobanê ji bo xwe weke gef nebîne. Em, êrişên bi destê çeteyan li ser Rojava tên kirin şermezar dikin. Xwedîderketina li Şoreşa Rojava, xwedîderketina li îradeya pêkvejiyanê ya gelan e. Xwedîderketina li Rojava, erka her kesî ye. Em di erefeya aştiya mezin de ne. Bila sala 2025’an bibe sala aştiyê. Divê destên tarî hêviya aştiyê tune nekin. Divê her kes piştgiriyê bide Rojava.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava" û çepikan bi dawî bû.