Şandeya li deriyê sînor vê care di nuqteya kontrolkirina pasaportê de hat astengkirin

Şandeya ku xwestin ji bo wergirtina cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn biçin Başûrê Kurdistanê, vê care li nuqteya kontrolê ya pasaportê hatin astengkirin.

Şandeya ku ji malbat û nûnerên rêxistina civaka sivîl pêk tê, ji bo wergirtina cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ber bi Başûrê Kurdistanê ve ketin rê. Şandeya ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, nûnerên Komeleya Rojnamavanên Dîcle Firat (DFG), Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD), rêxistinên civaka sivîl û malbat jî di nav de, çûn Deriyê Xabûr ê Silopiyayê.

Dema şande Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas kir, bi hinceta “X-ray xira bûye” bi saetan hatin rawestandin. Şandeya ku ji X-ray derbas bûn, vê care jî li cihê kontrola pasaportan hate rawestandin. Bi gotina “sîstem nine” 6 saet in şandeyê didin sekinandin. Ji derbasbûnên ji xeynî şandeyê re destûrê didin.  

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan ku di nava şandeyê de cih digire, diyar kir ku ev bi awayekî keyfî tên rawestandin û wiha got: “Ji saet 4 gihiştin Deriyê Sînor ê Xabûrê. Niha saet ji 10 derbas dike. 6 saet in rûbirûyê pêkanînên keyfî tên. Dema ji 100 wesayîtan wesayîtek ji X-ray tê derbaskirin, wesayîta me hat sekinandin. Ev pêkanîn 5 saet dewam kir. Dema ku em ji X-ray derbas bûn, vê care jî diyarkirin ku sîstemek têkildarî wesayîtê nine. Wê jî çareser kirin, lê em niha di kontrola pasaportê de ne û pasaporta tu ji me nehat mohr kirin. Em 6 saet in li vir in. Bi zanebûn me li vir didin sekinandin. Derî jî vekirîne lê bi hinceta “sîstem xete dide” destûr nadin ku em derbas bibin. Niha li vir muameleyê nemirovî tê kirin.”