Li Zap, Xakurkê û Metînayê çalakiyên gerîla

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Xakurkê û Metînayê çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyan de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, doçkayek hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Metînayê;

4'ê Çileyê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin dagirkerek hate cezakirin.

5'ê Çileyê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

4'ê Çileyê saet di 15:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çekeke giran a doçka ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin.

Li Herêma Xakurkê;

4'ê Çileyê saet di 09:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

3'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya li herêma Metînayê tunelên me 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

2, 3 û 4'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin, carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

3 û 4'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêş dewleta Tirk a dagirker;

Di navbera 2-6'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Girê Şehîd Şerîf, Qele, Lolanê 8 caran, li herêma Garê qadên Mijê, Kanî Sarkê, Girê Zengilê, Zêvkê, Dêreşê, Girê Kun, Girê Egîd, Deşta Kafya 11 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."