Çav li rêye şandeya YNK û PDK’ê vê hefteyê bên ba hev

Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre, diyar kir ku biryare ku vê hefteyê bi şandeya PDK’ê re li hev bicivin û li ser çawaniya karkirina bi hev re nîqaş bikin.

Hate ragihandin ku biryare di vê heftiyê şandeya YNK’ê û PDK’ê li hev bicivin û di civînê de çawaniya karkirina bi hev re li ser astên cuda, her wiha xalên hevbeş û cudahiyên di navbera her du aliyan de bên nîqaşkirin.

Berdevkê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre derbarê hevdîtinên nû yên bi PDK’ê re agahî parve kir.

Seedî Ehmed Pîre, diyar kir ku di civîna beriya niha ya di 17’ê Kanûnê de li gel PDK’ê hatî kirin de biryar hat dayîn ku piştî serê salê civînek din were lidar xistin.

Ehmed Pîre, destnîşan kir ku biryare di vê heftiyê de şandeya YNK’ê ku ji Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Rêwaz Fayeq û Amanc Rehîm pêk tê li gel PDK’ê bi cive.

Hate diyarkirin ku di civînê de wê li ser çawaniya karkirina bi hev re li ser astên cuda, her wiha xalên hevbeş û cudahiyên di navbera her du aliyan de nîqaş were kirin.

Hêjayî gotinêye ku di 20’ê Cotmeha sala 2024’an de hilbijartin dema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî gelek caran hat taloqkirin, hate lidarxistin. Lê heta niha hikûmeta nû Herêmê nehatiye avakirin.