DBP: Astengkirina wergirtina cenazeyan bêhurmetî, bêhiqûqî ye

DBP'ê têkildarî astengiya li pêşiya wergirtina cenazeyên rojnamevanên hatin qetilkirin nerazîbûn nîşan da û got, "Bêhurmetiya li bîranîna mirov e, zilma li xizman e. Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin."

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî astengkirina şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dixwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe, da. 
 
Daxuyaniya nivîskî bi sernavê “Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin” hate weşandin û wiha hate gotin: "Şandeya ku ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dixwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe, 17 saetin li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin. Wergirtina cenazeyan bi awayekî keyfî tê astengkirin û ev kes bêrêziyeke li dijî bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dayin û ezyetkirina xizmên wan e.

Tirkiye û Herêma Federe ya Kurdistanê bi hevkariya xwe hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Divê şande demek beriya demekî ji deriyê sînor derbas bibe, cenazeyan wergire û rojnamegerên hatine qetilkirin hêjayî jiyan û têkoşîna xwe bên definkirin."