KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Serdana heyeta Îtalyayê ya li Şengalê hate astengkirin, Rêveberiya Xweser şermezar kir
Heyeta ji dilxwaz û bijîşkên Îtalî ku ji bo çavdêrîkirina projeyên tenduristî û xizmetê yên li Şengalê xwest biçe herêmê, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve hate astengkirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê ev astengî şermezar kir. -
Bakirhan: Divê mutabaqat bibe metneke hiqûqî ya nivîskî
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku 'hiqûqa xwişk-biratiyê' 'hiqûqa wekheviyê' ye û got, divê mutabaqatek bê çêkirin û ev yek jî veguhere 'metneke hiqûqî ya nivîskî'. -
Dersim: Mesele ew e ku em ê mîrateya PKK'ê çawa xurttir bikin
Yek ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Hemrîn Dersim got, “Mesele nav nîne; ya girîng ew e ku em ê mîrateya PKK'ê çawa hîn xurt û mezin bikin, çawa karibin hîn bêhtir kedê bidin." -
Nedîm Seven: Demeke nû ya têkoşînê destpê dike
Delegeyê Kongreya 12'emîn a PKK'ê Nedîm Seven diyar kir ku divê êdî tevlîbûneke rast li Rêber Apo bê kirin û got, bi kongreyê re pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê kiriye. -
Şeker: Gel hem bi hêvî ye hem jî baldar e!
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Bunyamîn Şeker destnîşanş kir ku gel ji bo pêvajoyê bi hêvî ye, lê di heman demê de baldar û hişyar e. -
Kiliç: Dewlet hîn li benda çi ye ku gavê biavêje?
Hevserokê MEBYA-DER'ê Mehmet Emîn Kiliç işaret bi biryardariya Rêber Apo û PKK'ê ya ji bo aştiyê kir û ji ber neavêtina gaveke şênber a dewletê pirsa 'Gelo dewlet hîn li benda çi ye?' kir. -
Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê berdewam dike
Di rûniştinên îro yên Kongreya Asayî ya 23’yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de li ser yekîtiya neteweyî, diyaloga di navbera Kurdan de, lêgerînên çareseriya siyasî û pêşketinên herêmî nîqaş hatin kirin. -
Wan, Amed û Colemêrg: Kurdî dive bibe zimanê fermi
Di çarçoveya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de li Wan, Amed û Colemêrgê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate xwestin ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. -
Bayik-Karayilan: Yekîtiya neteweyî weke erkekî lezgîn li pêşiya me disekine
Cemîl Bayik û Mûrat Karayilan ji Kongreya KNK’ê re peyameke hevpar şandin û gotin: ‘’Rol û mîsyona KNK’ê ya di armanca avakirinê de di vê pêvajoyê de zêdetir mezin bûye. Mijara yekîtiya neteweyî weke erkekî lezgîn li pêşiya me hemûyan disekine.’’ -
Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih û Colemêrgê bi şîara “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakî lidar xistin. -
Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê destpê kir
Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê destpê kir. 300 delege, bi dehan partiyên siyasî, nûnerên sazî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û pêşeng beşdarî kongreyê bûn. Kongre wê du rojan bidome. -
Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî
Endama Dîwana Kongreya 12’emîn a PKK’ê Xalîde Engîzek anî ziman ku dibe ku PKK weke nav û rêxistin xwe fesix kir, lê PKK di hemû hucreyên me de zindî ye û got: “PKK weke destaneke azadî û vejînê di dilê me de textê xwe çêkiriye, ew ê heta hetayê bijî.” -
Sozdar Avesta: Îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, qala yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan kir û got: "Hevrê Fûat ji bo ku PKK'ê bigihîne vê astê gelek hewl da. Ji ber vê yekê îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye." -
Li Şirnexê banga berdana girtiyên nexweş hate kirin
Li Şirnexê ji bo berdana girtiyên nexweş daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de îşaret bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hate kirin û banga azadiyê hat kirin. -
Rapora binpêkirina mafên mirovan a li 20 girtîgehan
Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û TUAY-DER'ê li sera 20 girtîgehên li Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erzîromê raporeke binpêkirina mafên mirovan weşandin. -
'Ji bo şoreşeke nû ya herêmî'
Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Cemal Amed got, "Bi têkoşîna 52 salan re destpêkirina pêvajoyeke nû, yekkirina rastiya gel û Rêbertî bi şoreşeke herêmî re esas e." -
'Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin hêviyeke nû ye'
Yek ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Gulçîn Gever diyar kir ku pêngava bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir hêviyeke nû ye û got, "Pîvanên PKK'ê wê têkoşîna me ya ji niha û pê ve jî diyar bike." -
Cûdî: Em ê ji bo jiyana hevpar a gelan têbikoşin
Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Têkoşîn Cûdî anî ziman ku PKK ruhek e û ti carî naqede. Têkoşîn Cûdî got, "Weke milîtanên Rêber Apo em ê ji bo avakirina jiyaneke hevpar a gelan têkoşîna xwe dewam bikin." -
4 herêmên Pîranê ji bo 10 rojan hate qedexekirin
Dewleta Tirk ji ber operasyonên leşkerî gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji bo 10 rojan qedexe kir. -
Nahît Eren: Divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî
Parêzer Nahît Eren, diyar kir ku divê hişmendiya rêveberiya zordar û hişk a bi polîtîkayên ewlekariyê hatine avakirin ji holê bê rakirin û got ku divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî ku hemû nasnameyên li welat temsil dike. -
Xelkê Amedê: Em şer naxwazin, ji aştiyê re amade ne
Şêniyên Amedê ku bi çalakiyan ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn, gotin "Kurdan û rêberê wan ji bo aştiyê berpirsyariya xwe pêk anîn. Gel êdî vî şerî naxwaze, em ji bo aştiyê amade ne." -
Yuksel Genç: Gelê Kurd li benda gaveke şênber e
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç anî ziman ku li gorî lêkolînên wan ên li qadê gel bi giranî li benda gaveke şênber e û têkildarî pêvajoyê xwedî sê meylan e. -
Li Şirnexê li dijî qirkirina xwezayê meş: Aştî ji xwezayê destpê dike
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, li dijî qirkirina xwezayê li qada Omer Kabak a Şirnexê daxuyanî da û got: “Aştî ji gundên ku hatin şewitandin û darên wê hatinê birîn destpê dike.” -
Rotînda Amed: Her gotina Rêbertî talîmat e
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Rotînda Amed ragihand ku her gotineke Rêber Apo ji bo wan perspektîf û talîmat e û got, "Paşerojê çi wezîfe û berpirsyarî dibe bila bibe, amade me tevlî bibim." -
Karayilan: Em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin
Mûrat Karayilan li Kongreya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Pratîka dewleta Tirk diyar e, lê em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin." Karayilan diyar kir ku eger dewleta Tirk di tundiyê de israr bike, ew ê bi zimanê jê fêhm dike bersivê bidin.