KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê şewat
Li Şirnexê agir bi qadeke berfireh a daristanî ket. -
Ji bo girtiyên li Herêma Federal a Kurdistanê daxuyanî hat dayîn
Amed TUAY-DER, OHD, ÎHD’ê û Baroya Amedê ji bo girtiyên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê ne û li Herêma Federal a Kurdistanê tên ragirtin hat xwestin ku agahî derbarê wan de bê dayîn. -
Şewata li Şemrexê belav dibe
Şewata li daristana li taxên bejahî yên Şemrexê bi bandora bê belav dibe. -
HPG’ê Fermandar Delîl Temel bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ’ê nasnameya fermandar Delîl Temel ê li Qendîlê şehîd bû eşkere kir û got, “Bi fedakarî, jiyana xwe ya dilnizm, girêdanbûna xwe ya li nirxên gel û bi wêrekiya xwe ya di şer de bû yek ji fermandarên ku di dîroka me de bû sembol.” -
Ji bo gerîlayê ku di dema agirbestê de şehîd bû şîn hate danîn
Ji bo gerîla Ethem Kocaman (Welat Hêmin) ku tevî biryara agirbestê ya HPG’ê û biryara Kongreya 12’emîn a PKK’ê jî di êrîşên dewam dike de şehîd bû, li Amedê şîn hate danîn. -
HPG-NRÇ: Artêşa Tirk bi her cûre çekan êrîşî gerîla dike
HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk bi teqemeniyên xurt, gazên kîmyewî, drone, sondaj, kepçe û çekên giran êrîşî tunelên gerîla dike û hewl dide hilweşîne. Lewma bang li her kesî kir ku li ber van êrîşên li derveyî mirovahiyê rabin. -
Têkildarî 19 jinên li Mûsilê hatin şewitandin serî li Bexda û NY'ê hate dayin
Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ ji bo diyarkirina nasnameya 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê di sala 2016'an de hatin şewitandin û naskirina vê hovîtiyê weke qirkirina jinê name ji Bexda û Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand. -
Polîsên Iraqê avêtin ser Şaredariya Girzerik a Şengalê
Hêzên polîsên Iraqê avêtin ser avahiya Şaredariya Gel a komelgeha Girzerik a Şengalê. -
'Hevalê Qasim yek ji temsîlkarê herî xurt ê xeta Apoyî bû'
Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Cûdî qala şehîd Qasim Engîn kir û got, "Hevalê Qasim yek ji nûnerên herî xurt ê xet û felsefeya Apoyî bû. Yek ji hunermendên herî xurt, mirovekî herî zane bû." -
Karker: Divê haya gelê me ji wan kes û hêzan hebe ku olê bi kar tînin
Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Mîrxan Karker diyar kir ku divê civak li hemberî wan kesan hişyar be olê bi kar tînin û got, "Gelê me divê li hemberî yên ku mal û milkê gelê me weke xenîmetê dibînin, xwedî li nirxên xwe derkeve." -
Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin
HPG-NRÇ'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Bawer û Welat bûn mînakên bijarte yên sekna Apoyî." -
Piştî deh salan li talan û hilweşînê rast hatin
Malbatên ku piştî qedexeya ji deh salan vê cejnê karîbû serdana goristanan bikin, li gorên hilweşiyayî rast hatin. Ji MEBYA-DER'ê Mehmet Emîn Kiliç diyar kir ku aştî divê bi hurmeta li miriyan destpê bike. -
Qasim Engîn: Fermandar, kedkar û fîlozofekî şoreşger
Gerîla Nûdem qala Şehîd Qasim Engîn kir û got, "Hevalê Qasim xwe gelekî bi pêş xistibû. Carna fermandar carna jî kedkar, mamoste, fîlozof bû. Kesayetiyeke şoreşgerî bi xwe re afirandibû, şoreşgerekî profesyonel bû." -
Umît: Eger dewlet veneguhere, nepêkane ku biryar bikevin meriyetê
Hêlîn Umît destnîşan kir ku eger di nava dewletê de veguherînek nebe, nepêkan e ku biryarên ji aliyê PKK'ê ve hatine wergirtin bikevin meriyetê û got, "Eger sererastkirinên qanûnî neyên kirin em ê çawa bi pêş ve biçin?" -
Îstixbarata Îranê gefê li malbata Werîşe Muradî dixwe
Hat ragihandin ku Wezareta Îstixbaratê ya Îranê gefa girtinê li malbata girtiya siyasî Werîşe Muradî xwar. -
Huseyîn Arasan li Silêmaniyeyê hate bîranîn
Endamên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ji bo Huseyîn Arasan ê 2 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li Silêmaniyeyê çalakiyeke bîranînê lidar xistin. -
Behzat Çarçel: Hevrêtiya hevalê Qasim bi bandor bû
Behzat Çarçel qala Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) kir ku sala 1995'an li çiyayên azad hevdu nas kir. -
'Divê Kurd bi yekîtiyê pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin'
Endamên KNK'ê Refîk Gefur, Şaho Palanu û Niyaz Abdullah diyar kirin ku di avakirina civaka demokratîk de her kes xwedî berpirsyariyê ye û gotin, divê Kurd aştiya xwe ya navxweyî pêk bînin û bi yekîtiyê pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin. -
Hevrê Riza kesayetê duyemîn ê Kemal Pîr e
Kesayeta Kemal Pîr gelek hate nîqaşkirin, ji civakê re bû mal. Kesayetiya Riza jî wiha bû. Mîna civayê herikbar û di asta hîperaktîf de bi liv û tevger bû. Milîtanekî şoreşger, têkoşer, lêgerînvanekî mezin ê ku ji çalakiyê dibezî çalakiyê bû. -
Sembola ruhê enternasyonal: Tîjda Zagros
Tîjda Zagros 29'ê Nîsana 2025'an li qada Girê Bahar a Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bû. Çîroka vê şervana esîl êdî çîroka Kurdistanê ye. -
Çalakiyên ‘Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’ hatin lidarxistin
Çalakiyên ku ji aliyê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hemû hefteyan bi şîara ‘’Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’’ tên lidarxistin, vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin lidarxistin. -
Dixwazin bi dek û dolaban kotaya Êzidiyan ji wan bistînin
Bi nûkirina yasaya hilbijartinan re dixwazin bi dek û dolabên siyasî kotaya Êzidiyan ji destê wan were girtin. PDK û beşek Şîa, dixwazin kotaya Êzidiyan ji bo danûstandin û lihevhatinên xwe yên siyasî bikar bînin. -
Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî: Abbas, Lorîn û Rawan
Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî: Abbas, Lorîn û Rawan. Ev her sê şervanên wêrek wekî ewladên wêrek ên gelê Kurd cihê xwe di rûpelên azad ên dîrokê de nivîsandin. -
Çiya çi dibêjin: Ger PKK şer nekiriba, me îro nedikarî aştiyê nîqaş bikin
Gerîlayên ku biryara fesihkirin û çek berdana PKK’ê nirxandin, diyarkirin ku ew berdana çekê ne wekî teslîmiyetê lê wekî têkoşînekî berfirehtir dibînin û destnîşankirin ku bi saya şerê PKK’ê îro aştî tê nîqaşkirin. -
Di greva li Îran û Rojhilat de 40 şofêr hatin binçavkirin
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku hêzên dewleta Îranê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di greva şofêran de herî kêm 40 kes binçavkirin e.