Meclîsa Jinan a DBP’ê wê ji bo 3 mehan xebateke berfireh bide destpêkirin

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî civîna 12’ê Nîsanê ya li Amedê, daxuyanî da û ragihand ku ji meha Gulanê û şûnde wê li bajar, navçe û taxan ji bo 3 mehan dest bi bernameyeke xebatê ya berfireh bikin.

Hat ragihandin ku di encamnameya civînê de, li ser karên perwerde, akademî û rêveçûna karên Meclîsa Jinan û planên çalakiyan nîqaşên kûr hatine kirin.

Di encamnameyê de bal hate kişandina ser rola pêşeng a têkoşîna azadiya jinan a di avakirina aştî û civaka demokratîk de û işaret bi girîngiya xebatên li ser esasê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin divê bi îradeya xwe di siyaset, jiyana civakî û aboriyê de cih bigire û ev yek bingehê civaka demokratîk e. Hate destnîşankirin ku wezîfe û berpirsyariya jinan ew e ku xwedî li pêvajoya avakirina demokratîk derbikevin û wiha hate gotin: “Civakîbûna bangê di heman demê de tê wateya zindîbûna bangê û avakirina civaka demokratîk.”

Ev biryar derketin pêş:

* Li hemû bajarên ku em lê rêxistinkirî ne, wê komîsyonên jinan bên avakirin û xurtkirin.

* Li du bajarên ku em lê rêxistinkirî ne, wê dibistana partiyê ya jinan bikeve meriyetê.

* Em ê civîn û atolyeyan pêk bînin û li ser şîara ‘Jinên Azad û Civaka Demokratîk’ û Îdeolojiya Rizgariya Jinê nîqaşan bikin.

* Li bajar, navçe û taxên ku em lê rêxistinkirî ne, em ê ji meha Gulanê û şûnde ji bo 3 mehan xebateke berfireh bimeşînin.