JIN
Hemû Nûçe
-
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr li 3 bajaran çalakî kir
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava li 3 bajaran çalakî kir. -
YJK-S’ê banga tevlêbûna meşa 22’yê Tîrmehê kir
Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê, banga tevlêbûna meşa 22’yê Tîrmehê kir û got: ‘’Em hemû ragihînin ku vê peymanê qebûl nakin.’’ -
TJA: Bi Lozanê re xwestin gelan tune bikin
TJA: Em careke din bi baweriya ku wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan, pêdiviya avakirina neteweyek demokratîk, pergalek demokratîk a konfederal dubare dikin. -
Dewleta Îranê aktîvîst Leyla Ziafer girt
Perwerdekara Îranî û parêzvana mafên mirovan Leyla Ziafer ji ber daxuyaniya wê ya piştgirî daye berxwedanê hate girtin. -
Li Îzmîrê bertek nîşanê hewila rakirina ji holê ya perwerdehiya tevlihev hat dayîn
Sekretera Şaxê 1’emîn ê Egîtîm Sen a Îzmîrê Gulsev Sarioglû ku di çalakiya Platforma Jinan a Îzmîrê de axivî, got: ‘’Em ê hewila yên dixwazin perwerdehiya keç û kur/ jin û mêr di nav hev de ji holê rabikin, bi têkoşîna xwe têk bibin.’’ -
Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye
Li ser navê Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş diyar kir Şoreşa Rojava bingeha xwe ji berxwedanê werdigire û got “Bi têkoşîna dehan salan şoreşê dest pê kir û bi berxwedaniya bêhempa gel rabû ser pêyan.” -
TJK-E: 22’ê Tîrmehê em li Lozanên bên ba hev
TJK-E’yê diyar kir ku gelê Kurd wê bi berxwedanê Peymana Lozanê asteng bike û got: “Em bang li gelê xwe û jinan dikin ku tevlî meş û mîtînga 22’ê Tîrmehê bibin.” -
KJK: Şoreşa Rojava bû navê geşkirina hêviyê
Koordînasyona KJK'ê bi peyameke salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa Rojava di sedsala 21'an de ku pergala kapîtalîst hewl dide hêviya gelan bişkîne, navê geşkirina hêviyê û tevna jiyana nû ye. -
JXK’ê li Zanîngeha Humboldtê çalakî li dar xist
Jinên JXK’yî, li Zanîngeha Humboldt a li Berlînê têkildarê tecrîd û gefên li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danezan xwend û xwendekar vexwendin ku tev li meşê bibin ku wê sibehê bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li bajêr bê lidarxistin. -
TAJÊ: Şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê bûye çavkaniya hêviyê
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da û got: “Hemû gel û baweriyên di sîwana Şoreşa Rojava de cih digirin, bi ruh, vîn û mejiyê hevpar xwe bi rê ve dibin.” -
Polîsên Îranê dîsa dest bi dewriyeyên li dijî jinan kirin
Polîsên Îranê hejmara jinên ku serê wan di qadên giştî de vekirî kir hincet û ragihand ku bi armanca cezakirinê wan dest bi dewriyeyan kirine. -
TJA li Amedê Komxebata Lozanê lidar dixe
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê ku bû sedema parçebûna Kurdistanê, li Amedê komxebatek lidar dixe. -
YPJ’ê nasnameya şervana xwe ya şehîd eşkere kir
YPJ’ê diyar kir ku şervana wan Mezra Botan şehîd bûye û got “Soza me ya herî mezin ev e ku em xeyalên hevrêya xwe bi cih bînin.” -
TAJÊ: Em ê bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ tola 74 fermanan hilînin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyanî da û got: “Bi berxwedana jinan em ê tola fermana 74’emîn hilînin.” -
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li 5 bajaran çalakî li dar xistin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr bi wesîleya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê û tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakî li dar xistin. -
Li Rojava Komxebata Lozanê ya rêxistinên jinan
Kongra Star, Meclîsa Jinê ya PYD'ê û Meclîsa Jinê ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê di salvegera 100'emîn de ji bo nirxandina xisarên ku Lozan bûye sedem, li hev kom bûn. -
Li Qoserê cinayetên jinan hatin protestokirin
Endamên TJA, DBP, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê qetilkirina jina bi navê Hindirin Aydogan bi daxuyaniyekê li Qoserê protesto kirin. -
RJAK: Azadiya Rêber Ocalan wezîfeya me ya bingehîn e
RJAK'ê got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wezîfeya me ya bingehîn e" û bang kir ku bi rengekî xurt li ber tecrîdê rabin. -
Li Mêrdînê jinek bi êşkenceyê hat qetilkirin
Jina bi navê Hîndîrîn Aydogan ku li Qoserê dijiya, ji aliyê hevserê xwe Zekî Aydogan ve bi êşkence hat qetilkirin. -
KJK'ê ji bo jinên Şengal û Efgan dest bi kampanyayê kir
Koordînasyona KJK'ê li dijî êrîşên li ser jinên Şengal û Efgan dest bi kampanyayekê kir ku wê di navbera 3-15'ê Tebaxê de bê meşandin. -
Jinek li Êlihê hate qetilkirin
Li Taxa Cûdiyê ya Êlihê jina bi navê Aysel E., ji aliyê Mûrat E. ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin. -
Kongreya 7'emîn a TJK-E'yê: Divê her jin xwe bi rêxistin bike
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) kongreya xwe ya 7'emîn bi beşdariya nûnerên rêxistinên sîwanî yên li heft welatan û rêxistinên li hemû parçeyên Kurdistanê pêk anî. Encamnameya kongreyê hate eşkerekirin. -
Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya hate lidarxistin
Li Reqayê 2’yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya hate lidarxistin. Kongre bi encamnameyekê û hilbijartina endamên koordînasyonê bi dawî bû. -
CFWIJ: Herî pir Îran û Tirkiye rojnamevanên jin digirin
Koalîsyona Jinan di Rojnamevaniyê de (CFWIJ), diyar kir ku ji 30’ê Nîsanê ve li seranserê cîhanê 100 rojnamevanên di girtîgehan de bûne û destnîşan kir ku herî pir Tirkiye û Îran rojnamevanên jin digirin. -
Di Hezîranê de herî kêm 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Hate daxuyakirin ku di meha Hezîranê de herî kêm 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 27 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.