YJK-S’ê banga tevlêbûna meşa 22’yê Tîrmehê kir

Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê, banga tevlêbûna meşa 22’yê Tîrmehê kir û got: ‘’Em hemû ragihînin ku vê peymanê qebûl nakin.’’

Ji ber salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê wê 22’yê Tîrmehê li Lozanê meş û mîtîngeke navendî wê bên lidarxistin. Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) banga tevlêbûna mîtîngê kir.

‘ÊRÎŞ JÎ BERXWEDAN JÎ BERDEWAM IN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

‘’Li salonên konferansê wê çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin û encamên peymanê ji bo Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn bên niqaşkirin.

Gelên Rojhilata Navîn, di çarçoveya Peymana Lozanê de ji hemû maf û awayê xwe yê jiyanê yê takekesî bêpar hatine hiştin. Zext, astengkirin û şer, encamên peymanê ne. Jin û ciwan û zarok jê pir bi bandor bûne.

Li her parçeyê Kurdistanê ku hatiye dabeşkirin, mirov dibîne tu maf ji bo jiyanê nehatiye dayîn.

Li Tirkiyeyê li ber çavên cîhanê zilm li jin û ciwanan tê kirin, tên êşkencekirin û kuştin. Berxwedan û vîneke ku vê peymanê qebûl nake heye.

Gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî em Kurd ku ji bo azadiyê û pergala demokratîk a ji binî ve dixebitin, dixwazin ku peyman betal bibe û hemû mirovên li welatê xwe bikarin çarenûsa xwe diyar bikin û bi dilê xwe bijîn.’’

BANGA TEVLÊBÛNA MEŞ Û MÎTÎNGÊ

YJK-S’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

‘’Em hemû dixwazin dengê xwe ji vê peymana li Lozanê re bikin. Armanca hevpar, li dijî qetila mirov, xweza û jîngehê, azadbûn e. Lewma me bang li gelê me ew e ku tev li meş û mîtînga 22’yê Tîrmehê bibe. Meş wê ji Place de la Navîgatîon a li Lozanê dest pê bibe û di pey re li ber Qesra Rûmîneyê ku peyman lê hatiye îmzekirin bê lidarxistin. Em ragihînin ku vê peymanê qebûl nakin.’’