Însiyatîfa Jinên Tolhildêr li 3 bajaran çalakî kir
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava li 3 bajaran çalakî kir.
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava li 3 bajaran çalakî kir.
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr di daxuyaniya nivîskî ya dayî de, têkildarî çalakiyan ev agahî dan:
“Yekîneyên me di 17’ê Tîrmehê de li Stenbol-Buyukçekmeceyê nalbereke ayîdê faşîstan û depoyeke ku kel û pelên înşaatê lê bûn û 4 wesayîtên ayîdê depoyê dan ber agir.
18’ê Tîrmehê li Edene-Ceyhanê yekîneyên me li herêma ku piranî faşîst lê dijîn, bi teqemeniyan li dijî xeta boriyê ya gaza xwezayî çalakî kirin û xeta boriya gaza xwezayî şewitî û teqiya.
19’ê Tîrmehê yekîneyên me li bajarên Antalya-Balikesîr-Aydin-Sakarya û Kocaeliyê di heman wextî de bi fîşekên hewayî Şoreşa Rojava pîroz kirin.
‘ŞOREŞA ROJAVA PÎROZ BE’
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr wiha got: “Weke ku Rêber Apo gotiye, ‘Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye’. Di vê rêyê de gelek berdêlên giran hatine dayîn û serkeftin hatine bidestxistin. Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Kurdan e, şoreşa hevpar a gelên Ereb, Asûrî, Ermenî û Tirkmenan e. Şoreşa Rojava li her kesê pîroz be. Bi vê wesîleyê em hemû hevalên xwe yên di vê têkoşîna serkeftî de şehîd bûne, bi minetdarî bi bîr tînin.”