JXK’ê li Zanîngeha Humboldtê çalakî li dar xist

Jinên JXK’yî, li Zanîngeha Humboldt a li Berlînê têkildarê tecrîd û gefên li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danezan xwend û xwendekar vexwendin ku tev li meşê bibin ku wê sibehê bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li bajêr bê lidarxistin.

Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK), ji bo balê bibin ser tecrîd û gefên li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê, li Zanîngeha Hûmboldt a li Berlîna paytexta Elmanyayê ye, di çarçoveya pêngava ‘’Jin, jiyan, azadî, bi ser bixe azadiyê’’ çalakî li dar xist.

JXK’yiyan, bi xwendina danezanê bal bir ser tecrîd û gefan û diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû jin û gelan bûye hêvî.

JXK’yiyan her wiha banga tevlêbûna meşê kir ku wê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava sibehê li qada Oranîentplatzê bê lidarxistin.