Li Mêrdînê jinek bi êşkenceyê hat qetilkirin
Jina bi navê Hîndîrîn Aydogan ku li Qoserê dijiya, ji aliyê hevserê xwe Zekî Aydogan ve bi êşkence hat qetilkirin.
Jina bi navê Hîndîrîn Aydogan ku li Qoserê dijiya, ji aliyê hevserê xwe Zekî Aydogan ve bi êşkence hat qetilkirin.
Li taxa Tokî ya Nû ya navçeya Qosera Mêrdînê jina bi navê Hîndîrîn Aydogan (45) ji aliyê hevserê xwe Zekî Aydogan ve hat qetilkirin.
Hat diyarkirin ku Hîndîrîn Aydoganê xwestiye ku biçe ba malbata xwe ya li Qamişloyê, hevserê wê Zekî Aydogan pêşî êşkence lê kiriye, bi pişt re gule berdaye û ew qetil kiriye.
Koma tenduristiyê ku çûye cihê bûyerê, dîtiye ku Aydogan birîndar û bi ambûlansê ew biriye Nexweş Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê. Lê tevî ku hemû mudaxeleyan Hîndîrîn Aydogan jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Hîndîrîn Aydoganê li Goristana Kamor a Bajêr a li Artûklûyê hat veşartin.
Hat zanîn ku kujer Zekî Aydogan hêj nehatiye girtin.