TJK-E: 22’ê Tîrmehê em li Lozanên bên ba hev

TJK-E’yê diyar kir ku gelê Kurd wê bi berxwedanê Peymana Lozanê asteng bike û got: “Em bang li gelê xwe û jinan dikin ku tevlî meş û mîtînga 22’ê Tîrmehê bibin.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera Peymana Lozanê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya TJK-E’yê wiha ye:

“Sed sal in jinên Kurd li dijî her cure desthilatdarî û mêtingeriyê li ber xwe didin. Jinên Kurd bûn parêzvanên nirxên neteweyî. Jinên Kurd ji dîrokê heta niha serî li ber mêtinger û dagirkeran netewand. Rindêxan, Dayika Besê, Zarîfe Xanim, Leyla Qasim, Bêrîtan, Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Helbest Koçerînan rûyê jinên Kurd ên berxwedêr in ku ji dîrokê heta niha serî netewandine.

Gelê Kurd û gelên herêmê ku sed sal in li dijî polîtîkayên mêtingeriyê li ber xwe dide, wê ji vir û şûn de jî bi berxwedanê rê nede ti polîtîkaya qirkirinê. Gelê Kurd bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê bersiva Peymana Lozanê da. Di serî de jin û ciwanên Kurd em bang li gelê xwe yê li Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr dikin ku biherikin Lozanê û helwestek hevpar nîşa bidin. Em bang li hemû gelê xwe û jinan dikin ku piştî 100 salan ji bo hesab ji projeya qirkirina Kurdan bipirsin, tevlî meş û mîtînga ku wê 22’ê Tîrmehê li Lozanê bê kirin, bibin.”