YPJ’ê nasnameya şervana xwe ya şehîd eşkere kir
YPJ’ê diyar kir ku şervana wan Mezra Botan şehîd bûye û got “Soza me ya herî mezin ev e ku em xeyalên hevrêya xwe bi cih bînin.”
YPJ’ê diyar kir ku şervana wan Mezra Botan şehîd bûye û got “Soza me ya herî mezin ev e ku em xeyalên hevrêya xwe bi cih bînin.”
Daxuyaniya Fermandariya Giştî a YPJ’ê ya têkildarî şehadeta Çîçek Kiliç (Mezra Botan) wiha ye:
''Dîrok careke din di şexsê lehengên vî welatî de xwe dubare dike. Dildar û dilsozên vê xakê bi hebûna xwe ve bi destanên ku afirandine re mohra xwe li serdemê azadiya gelan dixin. Hevrêya me Çîçek Kiliç bi nasnav Mezra Botan di temenê xwe yê ciwan de bi armanca ji pergala qirêj ya dewleta Tirk a dagirker û qirker tolê hilînê, di sala 2015’an tevlî nava refên azadiyê dibe. Hevrê Mezra di nava refên azadiyê de bû xwedî kesayeteke wêrek û di şexsê xwe de çanda gelê Botana berxwedêr îfade kir. Hevrê Mezra di nava Şoreşa Rojava de bû xwedî kesayeteke wisa ku di dil û mejiyê hemû hevrêyên xwe de cih girt û bû ji kedkarên vê şoreşê. Çawa ku şoreş di nava coş û kelecaneke mezin de diherike û ji nû ve can dide hemû giyanên vê xakê, hevrê Mezra jî ji hevrêyên xwe re dibû heman coş û moraleke mezin.
Di dil û mejiyê wê de baweriya serkeftinê tu caran kêm nabû. Ji ber pê bawer e ku serkeftin encax bi ked û berdêlan tê bidestxistin. Hevrê Mezra bi vê zanebûnê nêzî hemû peywirên xwe yên şoreşê bû. Ji bo ku bibe parçeyeke vê şoreşê beriya her tiştî di rêgez û bîrdoziya rizgariya jinê de xwe kûr kir. Ev kûrbûyîn jî di kesayeta hevrê Mezra de hetanî dawiyê hevrêtiyeke dilnizm ava kiribû.
Mezraya bi çanda berxwedêr a Botanê mezin bûye bê ku dengê qêrîna lehengên jêrzemînên Cizîrê ji guhên wê derkeve û bê ku dayîka Taybet ya ku li kolanên Silopî bi rojan li erdê maye ji bîr bike, têdikoşina xwe domand da ku tolgirtina wan qêrînan hilîne. Sonda lehengan mîna hevrê Mezra Botan mezin e ji ber wê jî her kêliya jiyana ku dijîn jî bi qasî rûmeta wan bi wate ye.
Hevrêya Mezra ji bo ku xwe bigihîne armanca xwe piştî pratîkeke tijî şûnde berê xwe dide qada perwerdeya Sekvantiyê. Di sala 2018’an de di hunera Sekvantiyê de pêş dikeve û bi awayekî çalak di nava şoreşê de kar û xebat meşand. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de wexta dewleta Tirk a dagirker berê xwe da xaka pîroz, Mezraya leheng jî çeka xwe rakir ser milên xwe û berê xwe da berê xwe da Girê Spî. Çavnebarên ku dev ji xwîn mijandina zarokên vê xakê têr nebûne bi awayekî qirêj û hovane berê xwe didin wêrankirina welatê Egîd û Gulîsorên vê xakê. Hevrê Mezra li hemberî dagirkeran ji bo qêrîna zarok, hawara kal û lorîkên dayîkên dilşewat bi rihekî bilind şerê dagirkeran kir. Weke hemû lehengan keça dil wêrek jî sond xwaribû ku wê çavnebar tu car lingên xwe neavêjin li ser xaka pîroz. Bi qarnasa ku avêtiye ser milên xwe ve di her kêliya jiyana xwe de bû parêzvana welatê xwe. Mezraya dilwêrek di her kêliyê de di çeperên berxwedanê de ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moral, hêz û baweriya serkeftinê. Gulîsora Şoreşê li ser xwîna hevrêyên xwe sondxwar ku hetanî parçeyek xaka vî welatî dagirkirî be, ew ê dev ji tekoşîna xwe bernede û ew ê di hemû wextan de bibe nobedara pêkanîna soza xwe. Piştî dîtina rastiyên dagirkeriyê şûnde hevrê Mezra hîn zêdetir bi nirxên şoreşê ve tê girêdan û çalaktir dibe.
Hevrêya me dilwêrek Mezra Botan dema ku di eniyan de parastina rûmeta û nasnameya gelê xwe dikir, di 17’ê Hezîrana 2023’an de li bajarê Eyn Îsa di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de gihîşt asta şahadetê. Em di serî de malbata hevrêya xwe ye hêja a Mezra Botan û tevahî gelê xwe ye ku ji bo gihîştandina jina azad xwedî biryardar in, sersaxiyê dixwazin.
Dagirker û neyar ji bîr dikin ku ev şoreş bi hevrêyên me yên ku şehîd dibin re hîn mezintir û bihêztir dibe. Emê weke hevrêyên hevrê Mezra nehêlin ku ala ku me jê dewir girtiye tu caran li asîmanên welatê rojê were xwarê. Ew ê her tim dildar û dilsozên vî welatî bi armanca tolhildanê berê xwe bidin pêkanîna xeyalên di nîvî de mane. Em ê tu caran soza ku me dayî Egîd û Gulîsorên vê xakê ji bîr nekin. Wê soza me pêkanîna xeyalên hevrêyên me be.
Nasnameya hevala me ye şehîd wiha ye:
Nasnav: Mezra Botan
Nav û Paşnav: Çîçek Kiliç
Navê dayîk: Guler
Navê bav: Sedîq
Cihê jidayikbûnê: Silopî-Şirnex
Cih û dîroka şehadete: 17.06.2023/ Eyn Îsa.”