TJA li Amedê Komxebata Lozanê lidar dixe

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê ku bû sedema parçebûna Kurdistanê, li Amedê komxebatek lidar dixe.

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de li hotêlek Amedê bi sernavê, "Jin salvegera 100’emîn a Lozanê nîqaş dikin" komxebatek lidar dixe. Hem ji bajêr û hem jî ji derveyî bajarê gelek jin beşdarî komxebatê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel axaftina destpêkê ya komxebatê kir.

Demîrel anî ziman ku ji bo nîqaşkirina sedsaliya Lozanê hatine cem hev û destnîşan kir ku li Lozanê çi biryar hatin girtin ev sed sal in tên pêkanîn. Demîrel wiha got: “Di vê sedsalê de li Lozanê li ser Kurd, Elewî, Asûrî, Ermenî, Êzidî û hemû gelan çi biryar hatin girtin, em ê biaxivin. Ev nîqaş her tim ji aliyê mêran ve dihatin kirin. Li Lozanê jin û gel bi zîhniyeta mêr çawa hatin tunekirin? Çawa hatin asîmîlekirin, em ê bi hev re nîqaş bikin. Em ê rojekê bi van niqaşan derbas bikin."

Demîrel destnîşan kir ku, li Lozanê ziman û çand hatin qedexekirin û wiha axivî: “Çi hat serê jinan, çand û zimanan? Em weke jinên li Mezopotamyayê li gel kedeke mezin ya hatiye dayîn, êşeke mezin dibînin. Lê divê ji îro û şûnde em ê çi bikin li ser vê nîqaş bikin. Jinan ev zilm û qetlîam qebûl nekir û wê qebûl nekin jî. Em ê yekitiya gelan û jinan biparêzin. Em ê bi hev re biryaran bidin. Weke TJA’yê em ê îro bi hev re yekitiya xwe ragihînin. Em ê têkoşîneke mezin bidin."

Komxebat piştî axaftina destpêkê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Tê payîn ku komxebat saet di 17.00'an de bi dawî bibe.