TEV ÇAND Ewropa: Bi ruhê demê tevlî pêngava azadiyê bibin

TEV ÇAND Ewropa banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê pêk were kir û got, “Bi dirûşma ‘ji bo Azadiyê Hunera Azad’ ve kolan bi kolan divê hunera demê bê afirandin. Bi ruhê seferberiyê tevlî pêngavê bibin.”

TEV ÇAND Ewropa têkildarî pêngava azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin daxuyaniye nivîskî weşand. Daxuyaniya TEV ÇAND’ê bi vî rengî ye:

“Di serdema şerê cîhanê yê sêyemîn tê jiyîn de xwe pêk anîn û di serkeftinê de israr kirin ruhê demê ye. Bi pêşengtiya Serokatiya me, Tevgera Azadiya Kurdistanê bi nirxên xwe gav bi gav, kêlî bi kêlî ruhê pakrewanan ve rêjeya dîrokê vediguherîne. Sekna rêhevalên nemir şehît Asya Alî û şehît Rojger Helîn li me daye diyarkirin ku êdî tu hewldanên navberê de mayî wê xwe di rûpelên jiyanê de nede tomarkirin. Êrîşkariya ku her awayî  bi armanca qirkirina Kurdan de xwe saz kiriye di destpêkê de berxwedana Serokatî ya li Îmraliyê qelibî ye û bi pêşengtiya berxwedana gerîla ya li sengeran de bûye bingeha fedaiyên çalakgeriya navenda faşîzmê ya li Enqereyê. Ew çalakî di salvegera rizgarbûna Kobanê de hêj zêdetir wateya xwe dinexşîne. Kobanê bi pêşengtiya Jinên azadîxwaz paşverûtî têk bir û bûye nirxê azadiya mirovahiyê. Ji ber vê ye ku îro Faşîzm AKP-MHP bi rê û rismên dijmîrovahî êrîşkariya komkujiyê berdewam dike. Bi hezaran şehîdan vîna xwe li cîhanê raber kir û kesên ku digot ‘wa Kobanê li ber ketinê ye’  xiste çala gemariyê de. Dijminahiya didome çavkaniya xwe vê berxwedan û serkeftina dîrokî digre. Lê êrîşkarî kijan astê dibe bila bibe wê gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê di rastiya Kobanê û fedaiyên Apoyî de serkeftinê misoger bikin. 

‘DI ŞEXSÊ SEROKATIYÊ DE TECRÎDÊ KÛRTIR DIKIN’

Em di pêvajoya hemleya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de qonaxa duyemîn de ye. Em dizanin ku çanda yekpare ya ku li mirovahiya cihanê de hêvîyên jiyanê diafrîne rastiya felsefe û fikra Rêber Apo ye. Fikrên Rêber Apo îro çavkaniya azadiyê kêlî bi kêlî hemû gelên bindest re vedibêje. Ji ber vê yekê hemleya ku  azadiya fizîkî ya Rêber Apo xistiye navenda xwe berpirsyarî û seknên awarte li me ferz dike. Hemû eniyên azadîxwaz û gelê me, Hunermendên civakê li vê rastiyê de divê xwe saz bikin. Nîqaş û geşedanên dawî nîşanî me dide ku ger kombûn, rêxistinbûn û çalakgerî li gorî ruhê demê bê nîşandan wê dîwarên faşîzmê yekser hilweşe û azadiya fizîkî ya Rêber Apo vê pêk bê jî. Bêyî ku tu guman bê jiyîn bawer kirin û xwe arastekirina van nirxan de tiştên jêneveger in. Faşîzm her derê, her mekan de dixwaze Kurdewariyê bin bixe û asteng bike. Ji ber vê yekê di şexsê Serokatî de tecrîdê kûrtir dike. Êrîşkariyên li ser çanda Kurdan ji ber vê ye. Yanî faşîzm tehemulê misqalekî nirxên Kurdewariyê nake. Nexwe sekna dijber jî divê tehemulû ji rêzêbûnê jî neke. Hunersaz û pêşengên civakê jî divê vê dorhêlê de nêzî hemleya ku bi pêşengtiya dostên Kurdan ve hatiye destpêkirin bibin. Bi vê boneyê çar parçeyên Kurdistanê û li her dewerê Ewropayê rêzeçalakî tên lidarxistin. Tenê tevlîbûn têr nake êdî. Welatparêzî, mezinkirina pêvajoyê de di asta herî jor de xwe berpirsyar dîtine. Rêxistinkirin û çalakgeriya wî şeklî wê  dîwarên hatine sazkirin parçe bike û tecrîdê rake. 

JI 1’Ê MIJDARÊ HETA 16’Ê MIJDARÊ BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEV BIGERIN

Ji ber vê sedemê taybetî bi ruhê ku fedaiyên çalakgerên Enqereyê û şervanên rizgarkirina Kobanê afirandî ve divê di pêvajoyê de herkes xwe berpirsyar bibîne. Em jî wekî TEV ÇAND Ewropa bi vî awayî hemû gelê me yê welatparêz û hunermendên Kurd gazî ruhê seferberiyê de tevlîbûna demê dikin. Bi dirûşma ‘ji bo Azadiyê Hunera Azad’ ve kolan bi kolan divê hunera demê bê afirandin. Ji ber vê yekê jî ji 1’ê Mijdarê heya 16’ê mijdarê bi ruhê seferberiyê divê xwe tevlî xebat û amadekariya meşa ku16’ê Mijdarê li Kolnê pêk bê bikin. Wê ew çalakî vîna xwedîderketina li Serokatî dubare dubare raber bike. Her kolanên ku gelê me tê de ye divê sekna ‘ji bo Azadiyê Hunera Azad’ ve biherike meşa 16’ê Mijdarê li kolnê pêk tê. Bi vê boneyê em dîsa Roja Rizgarbûna Kobanê pîroz dikin û banga xwedîderketina Rojava dubare dikin. Her wiha banga di ruhê seferberiyê de tevlîbûna xebatên meşa 16’ê mijdarê li Kolnê dikin.