Polîsên Îranê dîsa dest bi dewriyeyên li dijî jinan kirin

Polîsên Îranê hejmara jinên ku serê wan di qadên giştî de vekirî kir hincet û ragihand ku bi armanca cezakirinê wan dest bi dewriyeyan kirine.

Dewleta Îranê piştî 6 mehan li ser qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî ve li Tehranê dest bi dewriyeyan kir.

Li gorî ajansa Tasnim, berdevkê polîs Saîd Montazeralmehdî got: "Ji îro pê ve, polîs dê bi wesayît û peyatî li nav bajêr bigerin û kesên ku li gorî fermana cil û berg tevnegerin hişyar bikin û ceza bikin.”

Ev daxuyanî piştî şeş mehan li ser mirina jina ciwan a Kurd ku di 16’ê Îlona 2022’yan de li Tehranê hatibû qetilkirin, hate ragihandin. Qetilkirina Emînî bû sedema serhildaneke bêmînak li Îran û Rojhilatê Kurdistanê mezin bibe.

Di vê serhildanê de bi sedan kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi deh hezaran kes hatin destgîrkirin û girtin û hinek jî bi darvekirinê hatin mehkûmkirin. Ji destpêka serhildanê vir ve jinan li dijî qedexeyên dewletê bi awayekî ser vekirî serî hildidin û bi taybetî li Tehran û bajarên mezin her ku diçe zêdetir jin bi awayekî ser vekirî derdikevin derve.