‘Rewşa li nîvgirava Koreyê li ber teqînê ye!’
Koreya Bakur careke din niyeta xwe ya bihêzkirina cebilxaneya nukleerî ragihand. ji nîvgirava Koreyê hişyariya "dibe ku rewş her kêliyê biteqe" hat dayîn.
Koreya Bakur careke din niyeta xwe ya bihêzkirina cebilxaneya nukleerî ragihand. ji nîvgirava Koreyê hişyariya "dibe ku rewş her kêliyê biteqe" hat dayîn.
Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Choe Son Hui, di hevdîtina Moskovayê ya ligel Sergey Lavrov de misogeriya berfirehkirina bernameya çekên nukleerî ya li Pyongyangê dubare kir.
Choe anî ziman ku lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina kapasîteya êrîşa nukleerî ya stratejîk kir, Choe bi zelalî diyar kir ku ew ê ji vê rêyê denekevin.
Choe îdia kir ku Emerîka û Koreya Başûr “hevpeymana pêkhateya nukleerî” ava kirine û diyar kir ku ev rageşî her kêlî dikare li nîvgirava Koreyê “biteqe”.
Îdîayên ku Koreya Bakur di şerê li Ukraynayê de piştgiriya leşkerî daye Rûsyayê di rojevê de ye. Li gorî çavkaniyên Rojavayî, tê îdiakirin ku Koreya Bakur di berdêla vê piştgiriyê de daxwaza teknolojiyê ji Rûsyayê kiriye. Rûsya û Koreya Bakur bi taybetî ji destpêka şerê li Ukraynayê ve nêzîkî hev bûne.
Çavkaniyên Rojavayî guman dikin ku Pyongyang cebilxane û fuzeyan dide Rûsyayê û bi hezaran leşker şandine. Ne Moskova û ne jî Pyongyang van îdiayan piştrast nekirin, lê Rojava bi fikarin ku Koreya Bakur li hember piştgiriya leşkerî daxwaza teknolojiyên ku wê kapasîteya fuzeyên balîstîk xurt bike, kiriye.
Pêncşema borî Koreya Bakur fuzeya balîstîk a navparzemînî Hwasong-19 bi serkeftî ceriband. Hat ragihandin ku Kim Jong Un piştî ceribandinê "kêfxweşiyek mezin" hîs kiriye.