Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye

Li ser navê Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş diyar kir Şoreşa Rojava bingeha xwe ji berxwedanê werdigire û got “Bi têkoşîna dehan salan şoreşê dest pê kir û bi berxwedaniya bêhempa gel rabû ser pêyan.”

Di dîroka dûr û dirêj de gelek jinên şoreşger serî li hemberî vê fikra desthilatdar rakirin û gelek jin jî bûn mînaka şoreşê. Roza Luksemborg, Clara Zetkîn û gelek jinên ku di dîrokê de navê wan hatiye nivîsandin.

Jin li hemberî desthilatdariyê rêya wekhevî û edaletê dipejirîne li hemberî feodalatiyê, rêya aştî û aramiyê qebûl dike û li hemberî tunebûnê radibe û dibêje ez heme. Xwedawendên jin ê ku mohra xwe li dîrokê dan, lê her ji aliyî ve fikra mêr a desthilatdar ew xwedawend tune kirin.

Jinê di civaka xwedayî de heta avakirina şaristaniya dewletê a ku bi Sumer dest pê dike, bi awayekî dadayî û edalet civaka xwe bi rê ve dibir, bi awayekî demokratîk tu ferq nedixist navbera tu kesî.

Piştî derketina şaristaniya dewletê jî gelek demokrat derketin, lê her ji aliyê desthilatdariya ku tenê xwe dibîne dihatin tunekirin. Ruxmî ku ew kesên demokrat wekheviya civakê û nekolekirinê pêk tînin dîsa jî ji aliyê desthilatdariyê û ew fikra ku tenê zihniyeta xwe qebûl dike, dihat tunekirin.

Di dîroka dûr û dirêj de, piştî derketina gelek serhildanê Kurdan û ji aliyê desthilatdariyê û mêtineriya Kurdistanê dihat çewsandin, Tevgera Azadiya Kurdistanê rabû. Rêberê Gelê Kurd bi wê gotinê dest bi serhildana ku ta roja me ya îro didome kir ku got ‘Kurdistan heye û hatiye dagirkirin.’

Piştî şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinê dest pê kir, jinan xwe bi rêxistin kirin û jinan îspat kirin ku dikarin civakê bi rê ve bibin. Hevrîn Xelef û Yusra Derwêş û gelek jinên din mînaka wê ne.

Li ser navê Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş diyar kir Şoreşa Rojava bingeha xwe ji berxwedanê werdigire û got “Bi têkoşîna dehan salan şoreşê dest pê kir û bi berxwedaniya bêhempa gel rabû ser pêyan.”

Peyman anî ziman ku jinan beriya şoreşê û piştî şoreşê cudahiyeke gelekî mezin di nav xwe de qezenc kir û wiha bilêv kir, “Jin di nav pergala desthilatdariyê de weke amûrek ji bo mêr dihat pejirandin û pergalan jin qebûl nedikirin. Jinê di vir de şoreşa da destpêkirin û li dijî desthilatdariyê rabûn.”

Peyman diyar kir ku jin xwedî li zimanê xwe jî derketine û got “Jinê ziman ji nav pencên desthilatdariyê rizgar kir. Va ye piştî şoreşê êdî ziman di her warî de tê dayîn. Ji zanîngehan bigire heta avakirina YPJ’ê, ew jî ji berxwedaniya YPJ’ê tê. Jinê di şerê Kobanê de xwe îspat kir û di dilê dijmin de tirs ava kir. Di heman demê de jinê xwe di her warî de nas kir û di qada leşkerî de jî bû şervana berxwedêr. Jin ji ber ku di şoreşê de bûne pêşeng, dibin hedef.  Şoreşa Rojava ji bo jinê dîrok, serhildan û berxwedaniya li hemberî desthilatdariyê ye.”

Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş diyar kir ku ew vê rojê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin.