Li Îzmîrê bertek nîşanê hewila rakirina ji holê ya perwerdehiya tevlihev hat dayîn

Sekretera Şaxê 1’emîn ê Egîtîm Sen a Îzmîrê Gulsev Sarioglû ku di çalakiya Platforma Jinan a Îzmîrê de axivî, got: ‘’Em ê hewila yên dixwazin perwerdehiya keç û kur/ jin û mêr di nav hev de ji holê rabikin, bi têkoşîna xwe têk bibin.’’

Jinên Îzmîrê bertek nîşan da ku çima perwerdehiya tevlihev tê armanckirin.

Platforma Jinan a Îzmîrê, di daxuyaniya xwe de ku li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê da, pankartê li ser ‘’Na ji perwerdehiya paşverû-zayendperest re. Ji bo perwerdehiya laîk, zanistî û tevlîhev em rê nadin dibistanên keçan’’ nivîsandî û dowîzên li ser ‘’Em nahêlin perwerdehî bibin bi olî’’, ‘’Rê ji paşverûyan re nîn e, em li her derê ne’’’ û ‘’Na ji perwerdehiya paşverû, nijadperest re’’ nivîsandî hildan.

Di daxuyaniyê de bêyî navber dirûşmeyên ‘’Perwerdehiya laîk, zanîst û bi zimanê zikmakî’’, ‘’AKP, destê xwe nede zarokan’’, ‘’Ne perwerdehiya zayendperest lê ya tevlihev’’ û ‘’Em perwerdehiya zayendperest naxwazin’’ dirûşme hatin berzkirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Bûrcû Gul Çûbûk jî tev li daxuyaniyê bû.

 ‘LI DIJÎ PAŞVERÛBÛNÊ EM LI VIR IN’

Sekretera Şaxê 1’emîn a Egîtîm Sen’a Îzmîrê Gulsev Sarioglû ku li ser navê platformê axivî, got ku desthilat û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, perwerdehiya keç û kur/ jin û mêr ji hev cuda, li civakê ferz dike ku civakeke yekrengî ava bike. Sagiroglû destnîşan kir ku ev sûcekê makezagonî ye û wiha axivî: ‘’Em jin, li dijî yên laîkî, demokrasî, wekheviya zayendî û azadiyê ji xwe re dikin armanc, dixwazin newekheviyê yekcar zêde bikin, dixwazin bidin zanîn ku em ê li her derê li ber xwe bidin. Em ê hewila yên dixwazin perwerdehiya tevlihev ji holê rabikin, têk bibin. Em nahêlin ku zarokên qîzîn, di malan de, bi malbatbûnê û dayikbûnê bên asêkirin. Li dijî paşverûtiya dikeve hewila vederkirina jinan ji qadên giştî, em li dibistan, kuçeyan û li vê derê ne.’’