JIN
Hemû Nûçe
-
Tundî bi destê dewletê tê rewakirin
Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li dijî Destavêtin û Destdirêjiya Jinan ên Destgîrkirî bi wesîleya 25'ê Mijdarê raporek weşand û ragihand ku tundî bi destê dewletê tê rewakirin. -
Kav: Bila 25'ê Mijdarê 2020'î bike sala çareseriyê
Nûnera Giştî ya Platforma 'Em ê kuştina jinan rawestînin' Gulsum Kav bal kişand ser girîngiya dema 25'ê Mijdarê heta 8'ê Adarê û got, "Bila 25'ê Mijdarê 2020'î bike sala çareseriyê." -
Li Brûksel û Den Hagê ji bo 25’ê Mijdarê çalakî hatin kirin
Li paytexta Belçîka Brûksel bi tevlîbûna bi hezaran jinan ji bo 25’ê Mijdarê meşiyan, li Den Haag a Hollandayê jî semînerek hate dayîn. -
7 kesên belavokên 25’ê Mijdarê belav dikirin destgîrkirin
Li Esenyûrt a Stenbolê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê 7 kesên belavok belav dikirin, hatin destgîrkirin. -
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê: Têkoşîna jinê wê bidome
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek nivîsî da û got: “Tekoşîna me wê bi ruhê hevrîn, dayika eqîde, amara û xuşkên mîrabal bidome.” -
'Em Rêber Apo ku hêza berxwedanê dayî me slav dikin'
Koordînasyona PJAK'ê têkilî 25'ê Mijdarê daxuyanî da û got, ''Ji TrojîloLan heta îro li dijî wan hêzên ku temsîla tundiya mezin a desthilatê dikin, em Rêber Apo yê ku hêza berxwedanê dayî me slav dikin.'' -
TJA: Emê 25'ê Mijdarê li qadan bin
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê diyar kir ew ê 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê li qadan bin. -
Jinan li Kerkûkê li dijî tundiya li jinê çalakiyek kirin
Li Kerkûkê bi drûşma “Li dijî dagirkerî û kuştina jinan bedengiyê bişkîne” 59’mîn salvegera Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê çalakiyek pêk hat. -
Li Berlînê Îran hate protestokirin
Li paytexta Elmanya Berlînê di serî de şideta li ser Kurdan, hemû muxalîf û jinan a li Îranê tê kirin bi meşekê hate protestokirin. -
Li Bîel û Lozanê jin li dijî tundiyê li qadan bûn
Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê li bajarê Bîel û Lozan ên Swîsreyê jin daketin qadan. -
Bi deh hezaran jin li Parîsê li dijî tundiyê meşiyan
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê bi deh hezaran jin daketin kolanan. -
Li Bordeaux, Lyon û Frankfûrtê meşên 25’ê Mijdarê
Li bajarê Bordeaux û Lyon yê Fransayê û bajarê Frankfûrt a Elmanyayê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê meş hatin lidarxistin. -
Li Qamişloyê Komxebata Jinan: Bêdengî dikuje!
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê bi navê ‘Bêdengî dikuje’ komxebatek li dar xistin. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê 25’ê Mijdarê dakevin qadan!
Meclîsa Jinan a HDP’ê ragihand ku li dijî politîkayên desteserkirin û dagirkeriyê, li dijî dijminahiya AKP-MHP’ê ya dijî jinan ew ê 25’ê Mijdarê dakevin qadan. -
‘Jin bi piştevaniya dewletê ji aliyê mêran ve tên qetilkirin’
Aktivîsta TJA Nurten Uzumcu diyar kir ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê her roj li Tirkiyeyê bi destê mêran jin tên qetilkirin û anî ziman ku li dijî vê hişmendiyê wê têkoşîna xwe xurt bikin û di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan. -
Garzan: Tundî pergalî ye, ya diyarker xweparastin e
Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan diyar kir tundiya li ser jinê pergalî ye û bal kişande ser diyarkariya xweparastinê. Garzan got, ‘’Jin hem divê teoriyê û hem jî çalakiyê derxînin holê’’ û got divê jin ji koletiyê êdî rizgar bibin û şoreşê bik -
ÎKD: Di serdema AKP'ê de tundiya li ser jinê zêdetir bûye
ÎKD (Komeleya Jinên Pêşverû) bi daxuyaniyekê diyar kir di serdema rêveberiya AKP'ê de tundiya li ser jinê zêdetir bûye û got, ew ê li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin. -
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bangî jinan kir
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bi wesîleya Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê bangî berxwedan û çalakiyan kir. -
YJK-E: 25'ê Mijdarê ji bo Rojava em dakevin qadan!
YJK-E bang li hemû jinan kir ku 25'ê Mijdarê li şoreşa jinê ya li Rojava xwedî derkevin. -
Jinan li Parîsê dagirker protesto kirin
Jin li Qada Trocadero ya paytexta Fransa Parîsê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilat Sûriyeyê protesto kirin. -
Kongreya Star çalakiyên 25'ê Mijdarê diyarî sê şoreşgerên jin dike
Koordînasyona Kongreya Star ragihand ku wê çalakiyên xwe yên di navbera 25'ê Mijdarê û 10'ê Kanûnê de ji bo bîranîna Amara ya YPJ'î, siyasetmedar Hevrîn Xelef û dayika Aqîde pêk bînin. -
Hozat: Destketiyên jinan bi têkoşîna yekbûyî dikarin bên parastin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê axivî û got, "Wezîfeya sereke geşkirina têkoşîna jinê ya demokratîk a yekbûyî ye." -
KJK: Divê jin li hemberî pergala mêrserwer û faşîzmê bibin yek!
KJK got ku “Tevgerên jinan divê karibin kêşeyên azadiyê yên civakê çareser bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bila li hemberî pergala mêrserwer û faşîzmê berxwedana xwe geş bikin.” -
Dema destgîrkirina 3 hevşaredarên jin hatin dirêjkirin
Dema destgîrkirina hevşaredarên HDP’î ya Dêrik, Stewrê û Şermexê yên ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatibûn desteserkirin 4 rojan hatin dirêjkirin. -
Li Hannoverê konferansa 'tundiya li jinê polîtîk e' pêk hat
Li Zanîngeh Leîbnîz a Hannoverê di çarçoveya pêngava 'Serî hilde' de ya TJK-E'yê bi mijara 'Tundiya li jinê polîtîk e, dibe ku tu jî be' konferansek pêk hat.